Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî baldariyê didê ku tevaya daxwiyaniyên ku ne li ser malpera fermî û danasînên fermî li ser malperên mediya civakî belav dibin, ew daxwiyaniyin sexte ne, û ji hêla hin aliyên ku nav û logoya hevbendiyê bi awayekî ne rewa bi kar tînin dertên, û em ê bi şêweyekî yasayî her kesê ku bê destûr kaxez û logoya Hevbendiyê bi kar tîne bişopînin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ew rastî êrîşên ragihandinî tê, piştî ku gurzek ji pilana çasazîkirina saziyê cîbicî kiriye, û cext dike ku hewldanên şewişandinê û tevlêbûna hin kesan di êrîşên li ser Hevbendiya Niştimanî de, nikarin berdewamiya pilana çaksaziyê rawestînin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rêşûnên ku pê radibe ji encama fişarên gelîrî ye, yên ku Hevbendî di gerên xwe yên şêwirdarî de li hemî deverên rizgarkirî li gel curbecur komele û kutleyên şoreşgerî û sivîl pê hest bûye, û li gor daxwazên gelêrî hat, her weha li gorî arezuya rasteqîn a di hundirê Hevbendiya Niştimanî de bo biserxistina vê pirosesê bû.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 nîsan 2022