Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, damezrandina Desteya Werziş û Ciwanan îro roja duşemê di riya kongirekî rojnemevanî re li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê ragihand.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Ofîsa Sendîka û Yekîtiyên Werzişî di Hevbendiya Niştimanî de Ebdilmejîd Berekat li kêlek hejmarek mezin ji ciwan û werzişvanên Sûrî di kongir de amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekezî li ser giringiya damezrandina Desteyê kir, ji ber ku bingeha rêxistinkirinê ye, daku werzişa azad berve karê saziyan biçe, û di hundirê govdeyên şoreşgerî de rêxistî û çarçovekirî be, û nûnertiya ciwanên Sûrî yê şoreşger li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê bike.
Û Serokê Desteya Werziş û Ciwanan Ehmed Elxetîb, spasî bo Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser baweriya ku dane wî pêşkêş kir, û diyar kir ku çêbûna Desteyê piştî dijwariyin demdirêj hat.
Û bal kişand ser ku eger ne ji piştgiriya mezin ya Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û bizavên azadîxwaz û kadroyên werzişa Sûrî yên dilsoz bûya, ev pêngav pêk nedihat, û bal kişand ser ku Deste çesipandina çanda karê werzişa komelayetî û tevlêbûna ciwanên Sûrî yên werzişvan di laşê Desteyê de, her weha piştgiriya lîstikên tekane û yên wek girûp, û beşdariya di qehremaniyên herêmî û navdewletî de, dike pêşindeya karê xwe.
Û ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Desteya Karûbarê Ciwanan Hesan Qase, hêviyên xwe anîn ziman ku damezrandina Desteyê bibe xaleke berçav di dîroka werzişa sûrî ya azad de, û tekezî li ser giringiya hebûna ciwanên Sûrî di her movikên saziyên şoreşgerî yê werzişî û ne werzişî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî