Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Ofîsa Sendêka û Yekîtiyên Werzişî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmejîd Berekat, tekezî li ser giringiya damezrandina Desteya Werziş û Ciwanan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û nûnertiya werzişa Sûrî ya azad di meydanên werzişa navdewletî de kir.
Ev daxwiyanî di kongirekî rojnemevanî yê ku Serkoê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa bi boneya damezrandina Desteya Werziş û Ciwanan îro duşemê li îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê li dar xistiye de hat.
Û Berekat spasî bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî û kadroyên ciwan û yên werzişvan ên Sûrî li ser xebatên wan ên mezin bi dirêjiya salan bo bilindkirina asta karê werzişî di riya xebatên bi rêk û pêk re berve avakirina saziyên werzişî pêşkêş kir.
Û Berekat cext kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide beşdarkirina xwînin nû ji ciwanên Sûrî di tevaya saziyên Sûrî yên şoreşgerî de.
Û tekezî li ser giringiya karê ku dê Desteya Werziş û Ciwanan pê rabe di nûnertiya werzişa Sûrî de di hemû pêşbirkên werzişî yên navdewletî de, daku bibin berdêl ji saziyên rijêmê re, ew saziyên ku rijêm wan weke amûrên serkutkirin û tawanê bikar tîne, kir.
Û daxwaza hilanîna nûnertiya werzişî ji ser saziyên rijêmê kir, û xwest ku tevaya çalakiyên rijêmê yên werzişî bên rawestandin, weke çawa nehiştine ku Rûsiya beşdariyê di tevaya qehremaniyan de bike bi sedema dijminkariya wê li ser Okranya, di dema ku rijêm kursiya Sûriyê di Komîteya Olompî û Netewên Yekbûyî de jî dagîr dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî