Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Bedir Camûs, di pirograma “Yaneya Dimeşqê” de yaku li ser akranê Kenala Sûriya duh roja yekşemê li dar ketiye beşdarî kir, û yaneyê pirosesên çaksazêkirinê yên ku vê dawiyê Hevbendiya Niştimanî pê rabûye gengeşe kirin.
Û Camûs diyar kir ku biryarên vê dawiyê yên ku Hevbendiya Niştimanî di çarçoveya çaksaziyê de sitandine û têde guhertin di sîstema bingehîn û hilanîna endamtiyê ji ser hin endaman bi pesendkirina 60 endamî bû, yên ku dengê xwe di Civata Desteya Giştî de dane, û tekez kir ku biryarên derketine biryarên Desteya Giştî ya serbixwe ne.
Û Camûs bal kişand ser ku armanc ji van biryaran ew e,ku ji nû de mala navxwe ya Hevbendiya Niştimanî rêkûpêk bibe, û mebest jê ne gihandina ziyanê bi hevkarên me yên berê ye, yên ku di deh salên bûrî de tiştê ku karibûn pêşkêş kirin .
Û Camûs bal kişand ser ku ji dema damezrandina Hevbendiya Niştimanî de, hejmarek ji guhertinan di sîstema bingehîn de çêbûn, lê guhertinên dawîn yên herî mezin bûn, û guhertin di tevaya movikên sîstemê de çêbûn, û got ku Hevbendiyê komîteyek taybet bo vê mijarê ava kir, û Komîte ji heşt endaman ji tevaya pêkhatên Hevbendiyê pêk tê, û Komîteyê lêkolînek li ser sîstema bingehîn bi dirêjiya çar heyvan çêkir, û piştî bidawîhatinê, serrastkirin û dengdan di Desteya Siyasî de li ser çêbû, û di Civata Desteya giştî ya dawîn de gengeşe bû.
Û Camûs diyar kir ku guhertinên di sîstema bingehîn de, di riya rawestana li ser pêkhatên Hevbendiya Niştimanî û dema Serokatiyê nirxandina çalakbûna endaman bû, û got ku guhertina nû tevaya pêkhatên siyasî û nijadî û leşkerî di Hevbendiya Niştimanî de di bin çavan re derbas kirin, û pêkhatên rasteqîn û çalak û bi bandor li meydana Sûriyê careke dî hatin bicîkirin.
Û Camûs bal kişand ser ku di salên karê Hevbendiê de çar caran guhertin di kutleya leşkerî de çêbû, ew jî li gorî guherînên ku li ser zemînê dibin e, û hin beşên leşkerî bi yên dîtir ên bêhtir çalak hatin guhartin.
Û Camûs tekez kir ku guhertinên di sîstema bingehîn de yên vê dawiyê tu pêkhat an kutle armanc nekiriye, lêbelê guhertin gihişte tevaya pêkhatan wek Encumena Niştimanî ya Kurd û Encumena Tirkmanî û Tabûrên Leşkerî û Encumenên Xwecihî.
Û telez kir ku ti girûp di hundir Hevbendiya Niştimanî de nikare biryara Desteya Giştî bike bin kontirola xwe, û got ku tevaya biryarên Hevbendiya Niştimanî bi beşdariya tevaya kutle û pêkhatan bû.
Û got ku pirosesa çaksazîkirinê dê berdewam be heyanî ku Hevbendiya Niştimanî bibe nûnerê rasteqîn yê hêzên şoreşgerî û siyasî yên rasteqîn li ser zemînê û li koçberiyê.
Û Camûs cext kir ku ti guhertin di helwestên Hevbendiya Niştimanî de tune ne, û ew pêgiriyê bi tevaya pirensîpên şoreşa Sûrî ta rûxandina rijêma Esed û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî