Duhî roja sêşemê, komîta vegerandina seqamgeriyê, bi hevkariya hikûmeta demkî workşopek saz kir, di bin navunîşana “rola xizmetgozariyên encûmenên xwecihî di jinavbirina terorê de”, ji bo karakirina rola xizmetgozariyan di rêveberinê de û bihêzkirina wê ji bo bikaribe hizra tundrewiyê jinav bibe.
workşop li bajarê Azazê yê gundewarê Helebê hat sazkirin, têde serokê komîta vegerandina seqamgeriyê Munzir Selal peyvek pêşkêş kir, û di serî de behsa giringiya rola xizmetgozariyê û kartêkirina wê kir, ji bo dijberiya tundrewiyê û hizr û êdîlojiya tundrew ya rêxistina DAIŞê bi taybetî, û hizra terorîstiyê bi giştî.
Selal weha jî got: Em karin bi awayekî rasterast bandoraê li civakê bikin, bi rêka çalakiyên dem bi dem yên workşopên hişyarkirinê, û bi rêka dezgehên xizmetgozariyê, herwiha dikarin boçûnên wan ber bi miyanrewiyê ve biguherînin, bi rêka pêwendiyên fîzîkî ligel wan.
Û wezîrê xizmetgozariyan yê hikûmeta demkî, Ebdulah Rezûq, got ku giringtirîn biryarên workşopê giringîdana bi kertê xwendinê bû, ji ber ku bandoreke wê ya mezin li ser jinavbirina hemû şêweyên terorê heye.
Rezûq zêde kir û got ku bi rêka giringîdana bi rola jinê ya kartêker di civakê de, û kartêkerkirina rola dezgehên xizmetguzaryê, û dabeşkirina dadane ji dahatan re, em karin hinbihin civakê ji tundrewiyê paqij bikin.
Wezîrê navhatî bal kişand ku beşê duyem ji workşopê wê ji bo danîna stratîjîke destpêkî ji bo navçeyê terxankirî be, ya ku pêşindeya wê pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo hemwelatiyan be, û dibe ev yek bibe fakter ji bo peydakirina zemîneke rewşenbîrî bo hemwelatiyan, û heye ku bi awayekî giştî ew bibe fakterê dûrxistina wan ji tundrewiyê.
Hêjayê gotinê ye, ku berê jî, li dawiya heyva çiriya pêşiyê, ji aliyê hin kesayetiyên olî û sivîl û bi amadebûna rûsipî û hin kesayetiyên serbazî û oldar li bajarê Mari’h li bakurê Helebê, yekem navend ji bo jinavbirina tundrewiyê li Sûriyê hatibû vekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî