Wezareta derve ya Firinsa mîkanizma karê navçeyên ” kêmkirina tundutîjiyê li Sûriyê di dawîtirîn raporta xwe de şermezar kir û dît ku ev rêkeftin li ser zemînê bi awayekî bêdad tê cîbicîkirin tevî ku beşdariya wê di kêmkirina rêjeya tundutîjiyê de.
Berdevka wezareta derve ya Firinsa Anîs Romatît Aspaniyê, da zanîn ku oparesyinên bombebarankirina Xûta Şamê ya rojhilat ji aliyê rijêma Bişar Esed û milîsên palpiştên wê hêjî berdewam in.
Wezareta derve ya Firinsa daxwaz ji dewletên gerantorên rêkeftina navçeyên “kêmkirina tundutîjiyê” kir ku rabin bi erkê xwe ji bo sînordarkirina karên tundutîjiyê, û cext li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo sercem navçeyan kir.
Ji aliyê xwe ve, pêr Tora sûrî ya mafên mirov di raportekê de kuştina 146 sivîlan ji wan 37 zarok li Xûta rojhilat bi sedema bombebarankirina wê ji aliyê hêzên rijêma Esed û firokên Rûsiya di kêmtir ji du hetiyan de dîkomînt kiribû tevlî karê bi rêkeftina rawestandina tundutîjiyê.
Li aliyekê din, Rêxistina saxlemiya cîhanî di raportekê de amaje bi kuştina 84 sivîlan û birîndarbûna 659 sivîlên din li Xûta rojhilat di navbera rojên 14 heta 17 heyva niha kiribû.
Hevdem ku Xûta rojhilat her ji destpêka vê heyvî rastî êrîşeke esmanî ji aliyê firokên şer yên hêzên Bişar û Rûsiya dibe, û têde hejmarek sivîl bûne qurbanî, tevî wêranbûna navçeyên zindî û jêrxana bingehîn li tevaya navçeyê, tevî tevlîbûna Xûta rojhilat li nav navçeyên “kêmkirina tundutîjiyê” ya rêkeftin li tîrmeha borî li ser hatî kirin di gotubêjên Astana ya dinavbera dewletên gerantor de.
Ku rêkeftin hatibû kirin li ser rakirina dorpêçkirinê li ser Xûta rojhilat û gihandina keresteyên sereke bë kosp û bac û bêşe, tevlî serbestberdana girtî û zîndaniyan yên aliyên pêwendîdar bi rêkeftinê, lê ligor çalakavanan ku tiştek weha cîbicî nebûye.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dibîne ku ev oparesyona leşkerî ya rijêma Esed û hevalbendên li ser Xûta rojhilat tê bi armanca beravîtîkirina çareseriya siyasî û berdewamiya kuştin û tawankariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî