Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di civîna xwe ya rolane de bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û babeta hilbijartinên dahatî di Desteya Danûstandinê de kir.
Û Desteya Siyasî biryar da ku dê Diktor Bedir Camûs berbijêrê Serokatiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî ji hêla Hevbendiya Niştimanî ve be.
Û Elebde şiroveyek li ser hevdîtinên li gel Şanderê Navdewletî Geir Pedersen, li Stanbolê, yên ji bo xweşkirina rê li pêşiya lidarxistina gera heştemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî pêşkêş kir.
Û Elebde diyar kir ku wî ji Şanderê Navdewletî re sedemên lêborîna ku Serokê rijêmê derbarê girtiyan derxistiye eşkere kir, ji ber ku tenê ji bo xapandina dewletên ereb û civaka navdewletî ye, daku wan şaş bike û parsa normalkirina têkliyan ji wan bike, çimkî di wê lêborînê de tenê çend sed girtî ji nav bisedên hezaran hatin berdan.
Û Elebde di hevdîtinên xwe de tekezî li ser daxwazên Desteya Danûstandinê ya Sûrî yên ku ji Encumena Ewlekaroyê re pêşkêş kirine kir, daku Tawana komkujiya taxa Eltedamun veguhêzin mîkanîzmên navdewletî bo sizakirin û lêpirsînê, û xiştekareke demî bo temamkirina karên Komîteya Destûrî deynin, û tevaya sepetên biryara 2254 vekin.
Û Elebde got ku çareya siyasî li Sûriyê li ser bicihînana veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên pêve girêdayî ava dibe, û kurtkirina wê tenê di mersûmên lêborînê û alîkariyên mirovahî de negengez e.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehre, kurteşiroveyek li ser amadekaryên gera heyştan ya Komîteya Destûrî û haziriyên Şandê Desteyê ji aliyê berhevkirina belgeyan û tewerên gotûbêjan ve pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve endamê Desteya Siyasî Ehmed Tu’imê, kurteşiroveyek li ser gera Asîtana ya dahatî yaku dê li paytexta Kazaxistanê Nor Sultan nîvê heyva dahatî li dar bikeve, û encamên pêşbînkirî di warê rawestandina binpêkirinan û berdewamiya agirbestê de, nemaze di dema guhertinên navdewletî û herêmî de pêşkêş kir.
Û amadebûyan li raporên komîte û ofîs û rêvebiriyan guhdarî kirin, û endamê Desteya Siyasî Yehya Mektebî kaxezeke siyasî ya şirovekarî li ser pêşketinên siyasî yên bilez li deverê û cîhanê û bandora wan li ser doza Sûrî pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî