Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, dît ku berdewamiya xwepêşandan û metingên nerazîbûnê li hejmarek mezin ji bajarên Îranê dijî rijêma meleyan, hêviyên rizgarbûna ji wê rijêmê û projeyê wê yê wêrankarî li deverê çêdike, û bal kişand ser ku pêşbîniyek mezin heye ku ew bûyer li gel berdewamiya rijêma Îranê di serkutkirin û girtinê de berfirehtir bibin.
Û Rehmê tundî û serkutkirin û girtina ku rijêma Îranê li hember raperîna gelêrî li Îranê bi armanca tirsandin û bêdengkirina banga azadiyê bi kar tîne şermezar kir, û dît ku kiryarên rijêma Îranê mîna tawanên rijêma Esed yên ku dijî gelê Sûriyê bikar tîne ne, û rijêma meleyan hevparê rijêma Sûrî û piştgirê wê ye.
Û Rehmê ji dewletên deverê û civaka navdewletî daxwaza piştgiriya vê serhildanê û alîgiriya daxwazên gelê Îranî di rûxandina rijêmê û çêkirina veguhastina demoqratîk li welêt kir.
Û Emîndarê Giştî got ku piştgiriya daxwazên serhildana gelêrî yaku niha li seranserî Îranê dest pê kiriye, erk e li ser milê her kesê baweriyê bi maf û dadê tîne, û her kesê têkoşînê ji bo nirxên azadî û wekheviyê dike ye.
Û Rehmê got ku serkeftina gelê Îranî di pêkanîna daxwazên xwe û rûxandina rijêma meleyan de, serkeftina tevaya gelên deverê ye, ew gelên ku derdeseriya dijminkariya Îranê li ser xaka xwe dikşîne, û bandorê li tevna wan ya civakî û çandî dike, her weha ew serkeftin e ji nirxên dad û azadiyê li seranserî cîhanê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî