Desteya Danûstandinê ya Sûrî, amadekariyên lidarxistina rûniştineke eşkere di Netewên Yekbûyî de li New Yorkê di dîroka 3 hezêrana dahatî de bi şêweyê ARYA bi armanca bilindkirina asta bizavên navdewletî û fişarên kartêker li ser rijêma Esed bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa winda û binçavkiriyên kotekî yên di zîndanên Esed de dike.
Û di rûniştinê de endamin ji Desteya Danûstandinê ya Sûrî û nûnerên saziyên civaka sivîl û endamin ji Encumena Ewlekariyê wek Emrîka, Birêtaniya, Keneda, Almaniya, Holanda, Qeter, Tirkiyê Û Albaniya yaku Serokatiya Encumena Ewlekariyê di heyva hizêrana dahatî de dike dê beşdariyê bikin.
Û kesên beşdar bizavê bo vedîtina rêşûnên piratîkî bo dabînkirina serbestberdana girtiyan û nemaze jin û zarokan û zanîna çarenûsa windayan dikin.
Û kesên beşdar kar li ser tekeziya ku aştiya domdar li Sûriyê pêk nayê bêyî dîtina çareya siyasî ya lezgîn bo doza girtî û windayan dikin, her weha daxwaza ku bi awayekî lezgîn derbasî tevaya navendên girtinê bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî