Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmejîd Berekat, daxwaza vekişîna yekser ji biryara kêmkirina para kampa Elrukban ji ava vexwarinê û karkirina bi awayekî cidî li ser misogerkirina jiyaneke bi rûmet bo bihezaran malbatên di kampa Elrukban de ya ji hêla hêzên rijêma tawanbar ve dorpêçkirî ye ji Netewên Yekbûyî kir.
Û Berekat di daxwiyaniyin taybet de, got ku dorpêçkirina kampa Elrukban ji aliyê rijêma Esed ve bû sedema afrandina aloziyeke xwarin û tendurustiyê, ew tiştên ku divê Netewên Yekbûyî nehêle bibe, û desttêwerdanê bi awayekî kartêker bike, ji ber ku jiyana derbiderên di hundirê kampê de dixe bin gefê de.
Û Berekat tekez kir ku rijêma Esed di Tawana dorpêçkirina kampa Elrukban de berdewam e, weku çawa berê li hejmarek bajarên Sûrî çespandiye, bi armanca ku xelkê kampê têxe di bin kontirola xwe de û tola xwe ji nişteciyên kampê hilîne.
Û Berekat diyar kir ku xelkê kampê di navbera du metursiyan de dijîn, a yekemîn di kêmbûna av û xwarin û dermên li kampê de ye, û ya duyemîn girtin û binçavkirin û îşkenceyê, dema ku kamp têkeve bin kontirola rijêma Esed de, û diyar kir ku Netewên Yekbûyî bi awayekî tam berpisyariya saxlemiya malbatên li wir hildigre.
Ji ber ku saziya Netewên Yekbûyî ya Zarokan UNICEF, qebareya ava ku ji kampa Elrukban re yaku li ser sînorê Sûriya û Urdunê terxan kiriye kêm kir, di heman dema dorpêçkirina ku rijêma Esed li ser kampê ji 24rojan de disepîne, û bû sedema derketina tirajîdiyeke nû bo derbiderên di kampê de.
Û Encumena Xwecihî ya Kampê, tekez kir ku qebareya ava ku ji erdên Urdunê tête kampê têra pêdviya 7500 derbiderê di kampê de nake, ew jî dê bibe sedema afrandina kêşeyeke mirovahî ya mezin di werza havînê û bilindbûna pileya germahiyê de.
Tê zanîn ku Kampa Elrukban ya li sêkoşeya sînorî di navbera Îraq û Urdun û Sûriyê de ye, di sala 2014 de ava bûye, û malbatên ji gundewarên Reqa û Dêra Zorê û Hums û Hemayê yên ku ji ber bombebarana rijêmê û peyketina ewlehî reviyane têde dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî