Rêvebirê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Gazî Entabê Mihemed Elşemalî serdana pîrejina Sûrî Leyla Mihemed li nexwaşxaneyê kir, û li rewşa wê ya tendurustî pirsî, û tekezî li ser piştgirî û rawestana li kêleka wê dijî bûyera dijminkarî yaku duh li gazî Entabê dermafê wê çêbûye kir.
Û Elşemalî got ku me karibû pêwendiyê li gel kurên Leyla Mihemed bikin, spas ji xwedê re rewşa wê baş e, lê niha di nexwaşxaneyê de ye, da taqiyên ji bo guhdana rewşa wê ya tendurustî çêbibin.
Û Elşimalî got ku wî pêwendî li gel malbata Leyla pêk anî û ji wan re got ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî doza Leyla li gel aliyên fermî yên Tirkî dişopîne, daku kesê tawankar cezayê xwe bibîne.
Û Elşemalî diyar kir ku ew ji aliyê Serokê Hevbendiya Niştimanî û Emîndarê Giştî ve hate erkdarkirin, da rewşa xanim Leyla Mihemed û malbata wê bişopîne, û pêwendiyê bi malbata wê re bike ta rewşa wê ya tendurustî baş dibe, her weha doza wê ya yasayî di çarçoveya iyaletê de bişopîne.
Tê zanîn ku polîsên iyaleta Gazî Entab gunehkar Şakir Cakir girt û veguhast dadgehê û alavên mediya civakî diyar kirin ku doseyeke wî ya tawanan heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî