Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku ji nêz de rewşa xanim Leyla Mihemed piştî ku duh li iyaleta Gazî Entabê rastî dijminkariyê hetiye dişopînê.
Û Elmislit diyar kir ku wî pêwendî li gel malbata pîrejinê kir û li rewşa wê ya tendurustî pirsî, daku tekez bike ku Hevbendiya Niştimanî bûyerê dişopînê.
Û Elmislit got: “Çi dijminkariya li ser çi kesî be, temen û regeznameya wî çi be, tiştekî cihê nerazîbûn û şermezariyê ye, û tiştê ku hatiye serê pîrejina Sûrî, têkildarî me tevan e û nayê pejrandin.
Û ji bo şopandina vê bûyerê aliyên fermî yên Tirkî dest bi lêpirsînan derbarê bûyerê kirine, û dê rêşûnan dijî bûyerê bistînin.
Û tekez kir ku tiştê bûye kiryarekî tekekesî ye û dûrî sincên gelê Tirkiyê ye, ji ber Tirkiya dewleta yasayê ye û maf û rûmeta welatî û mêvanên xwe diparêze.
Û hişyarî da ji kesên ku di riya mediya civakî re dixwazin vê bûyerê bi kar bînin û ziyanê bighînin têkliya di navbera herdû gelên bira de, û eşkere kir ku bûyerên mîna vê yên tekekesî nikarin xwezaya baş ya gelê Tirkiyê yê ku bi melyonan Sûrî pêşwazî kirine û li kêleka gelê Sûriyê rawestiyaye û piştgiriya şoreşê û doza Sûriyê ji yanzdeh salan de kiriye veşêre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî