Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Tawana kirêt yaku milîsên PYD yên terorist bi bombebarandin û armanckirina sivîlan li bajarê Girê Sipî yê bi ser parêzgeha Reqayê ve pêkaniye, şêweyê tawankariya van milîsan û dijminaya wan ji gelê Sûriyê re tekez dike, ji ber ku di armanckirina îro de ta niha sê kes şehîd ketine û hejmarek ji sivîlan birîndar bûne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku Kîna ev milîs hildigrin hişt ku taxên nişteciyan li bajarê Girê Sipî bombebaran bikin, û nêzî nexweşxaneya bajêr armanc bikin, daku hejmareke mezin ji kuştî û birîndaran bikevin, wek beşekî ji kiryarên rêbazkirî, daku ziyan bighêje tevaya şêweyên jiyanê li deverên rizgarkirî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku milîsên PYD yên terorist hîn kiryarên dijminkarî dijî sivîlan li deverên rizgarkirî pêk tînin, di riya bombebarankirina xaniyan û armanckirina bazaran û şandina otombêlên mayînkirî re, û hewil didin ku aramiya deverên rizgarkirî di riya operasyonên teroristî re yên ku bi awayekî berdewam cîbicî dike têk bibe, ji bo ku binyada xwe ya li ser terorê ava bûye tekez bike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji civaka navdewletî xwest ku şerê terorê bi her reng û şêwe û navên wê bike, û Hevbendiyê daxwaza pêwîstiya hilanîna hemû sîwanan ji ser vê rêxistina terorîst û rûbirûbûbna wê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî