Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku êrîşên rijêma Esed û Rûsiya û milîsên Îranî yên mezhebî li ser deverên rizgarkirî û şewtandina zeviyên çandinê, bû sedema paşveçûna dahatên samanên sewal û çandiniyê li seranserê welêt.
Û Endamê Desteya Siyasî Mihemed Silo, got ku Sûriya di bin gefên birçîbûnê de ye, eger qeyrana cîhanî ya berhemên çandinî û xwarinê yaku piştî êrîşa Rûsiya li ser Okranya rûdaye berdewam bibe.
Û bal kişand ser ku berê Sûriya yek ji welatên ku berhemên wê yên gênim û pembo û meyveyan û samanên sewalan têrê dikir bû, lê niha ew jî weke hejmarek mezin ji dewletên cîhanê di bin gefê de ye, piştî paşketina di warê samanên çandinê û sawalan de.
Û Silo bal kişand ser ku êrîşên rijêmê û piştgirên wê bi awayekî berdewam li ser deverên rizgarkirî, dibe sedema şewtandina zeviyên çandinê yên sereke li welêt, û hiştiye ku rûberên zeviyên çandinê û cihê çêra sewalan kêm bibe, ya ku bû faktera ku mijara dabînkirina êm û keresteyên ku sewal hewcedarî wan in pir dijwar bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî