Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Serokê Ofîsa Têkliylên Derve di Desteya Danûstandinê ya Sûrî de D. Bedir, duh roja înê di Encumena Ewlekariyê de, gotarek di rûniştineke bi şêweyê “Arya” de, bi armanca bilindkirina asta bizavên navdewletî û fişarên biencam li ser rijêma Esed bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa bêseroşûn û binçavkiriyên kotekî yên di zîndanên rijêmê de, pêşkêş kir.
Û Camûs tekez kir ku sedema tirajîdiya mirovahî ya ji yazdeh salan de li Sûriyê berdewam e, rijdiya rijêma Esed û piştgirên wê ye, li ser serkutkirin û bikaranîna tevaya çekan ji guleyan bigre ta bermîlên teqîner û çekên kîmawî, her weha girtina bi sedên hezaran ji xwepêşanderên sivîl ji bo şoreşa Sûriyê vemrînin.
Û got ku cîhan hemû dîdevanên tawanên rijêma Esed in, yên ku wek tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê têne salxdan, çi di riya doseya Qeyser re be an di riya wêne vîdyoyên tomarkirî re be, nemaze eşkerekirina dawîn yaku rojnameya The Guardian diyar kiriye.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed ji destpêka birêketina xwapêşandanên aştiyane de, dest bi tawanên girtina zordarî û binçavkirina kotekî kir, û di wan helmetên rijêmê de bi sedên hezaran Sûrî ji mêr û jin û zarok û kalemêr û pîrejinan hatin girtin, û ta niha jî rijêm di kiryarên xwe de berdewam e.
Û got ku tevî hemî hewldanên Netewên Yekbûyî, rijêmê serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî ret kir, ji ber serhişkiyê rijêmê ya ku guh neda tevaya hewldanên navdewletî, û pêngavek bi tenê jî di vî warî de pêşde navêt, ev rewş tekez dike ku rijêm bi awayekî rêbazkirî girtî û binçavkiriyên kotekî yên di zîndanan de dikuje.
Û diyar kir ku rijêmê pabendî bi biryarên navdewletî nekir, nemaze biryara 2254 yaku têde hatiye ku divê girtî bi awayekî yekser werin berdan û çarenûsa binçavkiriyên kotekî eşkere bibe.
Û cext kir ku pêkanîna aştiya berdewam di riya çareya siyasî re ye, yaku divê bi pêngavin mirovahî yên ku ne cihê danûstandinê bin dest pê bike, û ew dê bingeheke xurt deyne û bihêlê ku ev çare berdewam bibe.
Û got ku çi çareya siyasî ya rasteqîn divê bi serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa windayan û sizakirina kesên berpisyar dest pê bike, û ger ne weha be ev çare dê tenê mîna sawêran û windakirina demê be.
Û Camûs li ser pêwîstiya dabînkirina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran li Sûriyê û nemaze alîkariyên bijîşkî û xwarinê, daku derbider û koçber jiyana zehmet ya ku li ser wan hatiye sepandin derbas bikin, axivî.
Û retkirina çi hewldanên ku fişarê didin ser gelê Sûriyê bi dirêjkirina biryarên destûrdana gihandina alîkariyên mirovahî di riya sînor re anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya dirêjkirina biryarê ta dema pêkanîna çareya siyasî li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê kir.
Û daxwaza rêşûnên cidî bo cîbicîkirina biryara 2254 ya sala 2015 kir, û bal kişand ser ku ragihandina avakirina dadgeheke navdewletî bo sizakirina kesên di ber pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê de berpirsyar in, dê pêngaveke girîng di riya çareya siyasî de be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî