Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Roja Navdewletî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Dijminkariyê de, tekez dike ku zarokên sûrî derdeseriyeke ku mîna wê di cîhanê de çênebûye bi dirêjiya yanzde salan kişandine, û hîn jî bi sedema siyasetên rijêma Esed ya tawanbar dijî tevaya beşên gelê Sûriy dikşînin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan şehîdbûna 24.983 zarokên ku bi navan belgekirî ne bi çekên rijêma Esed û Rûsiya ji sala 2011an de serhejmar kiriye, û rijêma Esed û milîsên mezhebî di bêhtirê tawanên ku pêkanîne de siyaseta qirkirina malbatan bi temamî bi awayekî hovane û kîndar bikar anî, û cîhanê tevî ev rewş di govdeyê zarokê pakrewan Hemze Elxetîb de dît, piştî ku li ser destê rijêmê di heyvên yekemîn ji şoreşê de hate kuştin.
Herweha tawanên ku bi bombebarana mûşek û topxaneyên asîmanî yên ku jêrxan û bajar û taxên nişteciyan armanc kirin, daku bi ser serê nişteciyan de birûxin, bêyî ku cudahiyê têxin navbera zarok û mêr û jinan de, û rijêma Esed destûr da xwe ku herkesê azadîxwaz bikuje.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku derdeseriya zarokên Sûriyê bidawî nebûye, ji ber ku bihezarên zarokan li rex rijêma Esed girtî ne, û dibe ku di çi kêliyekê de di bin îşkencê de bêne kuştin, û rijêma Esed di ber koçberkirina bi melyonên zarokan li gel malbatên wan, û bêparkirina wan ji mafên rewa yên fêrkirinê û jiyana rûmetdar berpisyar e.
Ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku bi awayekî cidî kar li ser parastina zarokên Sûriyê bike, û tevgerê bi awayekî kartêker ji bo piştgiriya veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara navdewletî 2254 bike, û tawanbarên rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku pêkanîne dadgeh bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
04 hezîran 2022