Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku pilana dawîn ya derbarê veguhestina penaberan ji hêla Hikûmeta Birêtaniya ve bo Rawenda, pêngaveke nevekolînkirî ye, û ne jî baştirîn şêweyê çareserkirina kêşeya koçberan ne.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Zuhêr Mihemed, di daxwiyaniyin taybet de got: “Biryara derkirina penaberan û di nav de penaberên sûrî bo Rawendayê di nîvê vê heyvê de, tiştekî ku berê çênebûye ye, û dijî peymanên navdewletî yên mafên penaberan e.”
Û Mihemed got ku pêngava ku Birêtanya dixwaze derbarê mafê mirovan û nemaze Sûriyên ji ber rijêma tawanbar reviyane bistîne, paşketinek e di warê mafên mirovan de, piştî pêşketinên ku di deh salên dawîn de pêkhatine
Û Mihemed daxwaz ji saziyên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan û komeleyên berevaniyê di ber mafên mirovan de dikin kir ku fişarê li Hikûmeta Birêtanî bikin ji bo rawestandina vê piroja ku dijî peymanên navdewletî yên mafên penaberan e.
Tê zanîn ku Birêtaniya dixwaze di demeke dahatî de hejmarek ji penaberên Sûrî bişîne Rawenda, wek beşekî ji pilana derîsînorkirinê de, yaku Hikûmeta Birêtanî cîbicî dike, li gorî ku malpera Middle East Eye roja yekemîn çarşema heyva hizêrana 2022, li ser zarê Serokê Siyaset û Piştevaniyê di Encumena Hevbeş ya Sponseriya Koçberan de veguhastiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî