Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, dît ku biryara Wezareta Gencîneyê ya Emrîka derbarê toreke navdewletî ya qaçaxiya neftê û sipîkirna pereyan ya girêdayî berpirsên Feyleqa Quds ya bi ser Pasdarên Îranê ve weke rêxistineke terrorist, pêngaveke divabû bibe, daku hîn bêhtir dorpêç li ser rijêma Îranê ya ku milîsên xwe yên wek penceşêrê li tevaya deverê belav dike teng bibe.
Û Ebdilhekîm Beşar got ku sizayên Emrîka yên dawîn ên ku li ser destekên Îranê û nemaze Feyleqa Qudsê ya bi ser Pasdarên Îranê ve hatine sepandin, dê rêya alîkariyê ji ser wan milîsên alîkariya rijêmên deverê di kuştin û wêrankirinê de dikin û nemaze rijêma Esed bibire.
Û Cîgirê Serok bal kişand ser ku sepandina sizayan li ser rijêma meleyan ji derve ve û birêketina xwapêşandanan li hejmarek mezin ji bajarên Îranê dijî rijêmê ji hundir ve, dibe ku fişarên milîsên terrorist ên destekên Îranê li ser herdû gelên Sûriya û Yemenê sivik bike.
Û got ku dorpêçkirina rijêma meleyan di warê aborî de ji hêla dewletên mezin ve, û piştgiriya serhildana gelêrî û piştgiriya daxwazên gelê Îranê ji aliyekî dî ve, weke pencereyeke hêviyê ye daku rijêma meleyan û pirojeya wê ya wêrankarî li deverê rawestîne.
Tê zanîn ku Wezareta Gencîneyê ya Emrîkî di daxwiyaniyeke xwe de duh roja duşemê, toreke navdewletî ya qaçaxiya neftê û sipîkirina pereyan bi serokatiya Feyleqa Qudsê ya bi ser Pasdarên Îranê ve weke rêxistineke terorist dîtibû, ji ber ku wê kampaniyê rê ji bo firotina nefta Îranê bi nirxê bimelyonên dolaran ji Pasdarên Îranê û milîsên Hizbullah yên terorist re xweş kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî