Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulrehman Mustefa, diyar kir ku astengîkirina rêjîma Esed ji danûstandinan re, ji bo nehêlana pêkhatina çi veguhestina siyas li Sûriyê ye, ya li gor biryarên nêvdewletî û di serî de beyana Cinêv1 û ya 2254.
Û Mustefa ji Cinêvê bal kişand ser ku şanda desteya danûstandinên Sûrî, îro pêncşemê speta veguhestina siyasî li gel şanderê navdewltî Stafen De Mestora gengeşe kir, û tekez kir ku cîbicîkirina veguhestina siyasî çaktirîn rê ye ji bo bidawîanîna êş û azarên gelê Sûriyê.
Û Mustefa yê ku yek ji endamên desteya danûstandinan e, diyar kir ku ew hîn jî amade ne ji danûstandinên yekser re li gel rêjîmê, û tekezî kir li ser ku ew erk û perpirsiyariya Netewên Yekbûyî ye, û amaje kir ku gihiştina wê qonaxê wê bihêle prosesa siyasî pêşde biçe.
Û De Mestora berpirsyariya astengîkirina danûstandinan xist hustê rêjîmê de, û doh êvarî di hevdîtineke telefizyonî de got ku “ desthilat ne amade ye, û got ku ew ne amade ye rikberiyê bibîne, û ev cihê mixabiniyê ye, lê diplomasiyet gelek riyên wê hene”.
Û Mustefa Rûsiya han da li ser razîkirina rêjîma Esed bi giringiya gihiştina rêkeftineke aştiyê ji bo bidawîkirina cenga ji berî heft salan de li Sûriyê berdewam e.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî