NY ji bo pêşkêşkirina çavdêrî û çareseriya pizîşkî ya pêwîst, daxwaza rakirina bilez ji 500 kesî re ji navçeya Xûta rojhilat ya ji aliyê hêzên rijêma Bişar Esed ve dorpêçkirî kir.
Ferhan Heq cîgirê berdevkê sikirtêrê giştî yê NY, duhî roja çarşemê di kongirekî rojnamevanî de li Niyowork got ku “ofîsa navdewletî ya hemahengiya karubarên mirovî (OCHA) bedewam gazî dike ji bo pêşkêşkirina çareseriya pizîşkî ya bilez ji bo 500 kesî li Xûta rojhilat ya dorpêçkirî”.
Heq dîsa got ku ” Xûta rojhilat hêjî dorpêçkirî ye, û pêwîstiya nêzîkî 400 hezar kesî ji jin û mêr û zarokan bi alîkariyên pêwîst yên jiyanê heye”, û cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e çavdêriya pizîşkî li sivîlan bibe.
Heq zêde kir û got ku “karmendên biwarê saxlemiyê agahiya mirina xanimeke 29 salî bi nexweşiya penceşêrê da rêxistinê, ku ev mirina 15’emîn e ya ku navê wê hatibû destnîşankirin ji bo rakirina bikez”, û bal kişand ku mirina vê xanimê hat piştî 24 demjimêran ji mirina keçeka 9 salî bi sedema xirabiya çavdêriya pizîşkî ya pêwîst.
Cîgirê berdevkê sikirtêrê NY daxwaza pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo rakirina pizîşkî ya bilez ya nesax û birîndaran bi rêyên aram û rêupêk kir, û di demeke guncayî de ji bo sercem navçeyên welat.
Duhî roja çarşemê, serokê desteya danustandinên Sûriyê, Nesir Elherîrî, bêzariya xwe nîşan dabû li hember bêkêriya civaka navdewletî der barê rizgarkirina sivîlên Sûriyê û bi taybetî sivîlên dorpêçkirî li Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê.
Û Elherîrî li perawêza danustandinên Cinêv û bi amadebûna çendîn balyoz û diblomatkaran, bang li civaka navdewletî kir û got: “ma xem û bobelat û bêhêvîbûn ji vê mezintir heye” û pirsiyar kir; Gelo civaka navdewletî nikare nan û şîr bigehîne Xûta?
Hêjayê gotinê ye ku Rêxistina NY ya zarokîniyê (UNICEF) li roja yeşemiya borî di daxuyaniyekê de bal kişandibû ku pêwîstiya 137 zarokan ku jiyê wan di navbera 7 heyvî û 17 salî de ye, bi veguhestina pizîşkî ya bilez heye bi sedema nexweşiya têkçûna gurçikê û pir-xirabiya xwarinê û birînên bi sedema bombebarankirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî