Rêkxistina tendiristiya cîhanî û rêkxistina navdewletî ya kesên kêmendam di rapoertekê de roja çarşembê anî ziman ko 1.5 milyon kes di kêmendametiyeke berdewam de dijîn, ji wan jî 86 hezar kes dest an pêyên wan jêvebûyî ne.
Di raporta rêkxistina navdewletî de hatiye ko her heyv 30 hezar bi sedema bombebaranê û karên pevçûnan birîndar dibin, ji ber şerê rêjîma Esed dijî miletê Sûrî, û li gora raportê milyon û nîvek kes kêmendamiya herdemî bi wan re çêbûye, ji sê milyon kesên birîndar ji destpêka şoreşê ve ji berî bêtir ji şeş salan ve.
Desthilata Sûrî ya demkî duh ragehand ko 800 hezar kes kêmendametiya laşî bi wan re ye, bi sedema bombebarana hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê li hemû Sûriyê hene.
Wezîrê tendiristiyê yê desthilata demkî Firas Elcindî got ku wan 600hezar kesên kêmendametiya beşkî û 200hezar ên kêmendametiya tekûz tomar kirine, û destnîşan kir ko ev ji nebûna piştgiriya çareserkirina birîndaran e.
Li gora raportê bi dehan navendên tendiristiyê yên ko li bakurê Sûriyê ji bo sivikirina derdkêşiya birîndaran, û çareseriya fîzîkî ji wan re pêşkêş bikin, ji karê xwe rawestiyane û karê wan li paş ketiye ji ber piştgiriya darayî ji wan re nayê.
Raportê diyar kir ko kêmtir ji nîvê nexweşxanan û bargehên tendiristiya giştî li Sûriyê hêj dergehên xwe li ber nexweşan vedikin, lê belê piraniya wan alavên baş ji bo pêşkêşkirina guhdanê ji nexweşan re nîn in.
Raportê destnîşan kir ko her dest an pêyekî çêkirî yê destpêkî bêtir ji 1500 dolarî ye, û yên zîrek digehê 60 hezar dolarî û ev nirx gelekî bilind e li gora hejmara pêdiviyan.
Rêkxistina tendiristiya cîhanî û rêkxistina navdewletî ya kesên kêmendam, daxwaz ji civaka navdewletî kir ko piştgiriya xwe ji kêmendaman re bêtir bikin, û dîsa wan tevlî civakê bikin, ji ber hejmara kesên pêdiviya wan bi çareseriyê heye roj bi roj zêde dibe. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans