Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, diyar kir ku Sûriya ne ewle ye, û rijêma Esed di girtina bi awayê kotekî ji nişteciyên Sûrî re herweha ji kesên xwe wêrek dikin û ji derve vedigerin welêt re berdewam e, û li vê dawiyê ciwaneke Sûrî piştî ku ji Libnanê vegeriyabû Sûriyê ji bo ku ezmûnên xwe yên demsalî li zanîngeha Şamê pêşkêş bike girt.
Û Hebûş tekez kir ku rijêma Esed dest ji tawan û binpêkirinên dermafê jin û mêrên Sûriyê bernedaye, û nejî kiryarên xwe radiwestîne, û got ku ev rêbaz û stratejiya rêjîmê ye ji bo ku di desthilatdariyê de berdewam bimîne.
Û Hebûş bal kişand ser ku ev ne cara yekmîn e ku rijêm welatiyên Sûriyê yên ku vedigerin welat digre, lêbelê ev bûyerin dubare ne, û berê jî çêbûne û gihiştine asta kuştinê.
Û Girûpa Ehrar Horan got ku şaxê Îstixbarata Hêza asîmanî li Şamê, xwendekara Sûrî ya 26 salî Şefa Yasîn Abazêd ya ji Deraa Elbelad girt, piştî sê rojan ji vegera wê ji Libnanê bo Sûriyê daku ezmûnên xwe li zanîngeha Şamê leqê Deraa pêşkêş bike.
Û Girûpê eşkere kir ku endamên yek ji xalên pişkinînê kaxezek dabûn xwendekara bi paşnanavê Abazêd û têde jê xwestibûn ku serdana şaxê Îstixbarata Hêza asîmanî li Şama paytext bike.
Û Piştî ku roja pêncşema bûrî serdana Ewlekariya Asîmanî kiriye, ew bi bihaneya ku bi rêyên neyasayî derbasî welat bûye hatiye girtin, û tevî hemû hewldanên azadkirina wê ta niha di girtîgehê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî