Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Salim Elmislit, nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Derve û Kar û Barê Biyanbûyan yê Urdinê Eymen Elsefadî re şand, derbarê qurbaniyên teqîna depoyeke gaza jehrîn ya ku li bendera Eleqebê rûdaye.
Û Elmislit sersaxiya Qiral Abdullah kurê Elhusên û gel û Hikûmeta Urdinê ya Haşimî kir, û ji Xwedayê mezin xwest ku kesên di vê qezaya trajîdî de jiyana xwe ji dest dane bi dilovanî û lêborîna xwe şa bike, û sebr û hedanê bide malbatên wan, û hêviyên saxelmiya lezgîn ji birîndaran re kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku Urdinê biparêze û xêr û xweşî û bereketê li ser Urdun û gelê wê yê bira û miletên ereb û misilman berdewam bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî