Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî: Şerên Reqê Bûne Sedema Kuştina 2371 Sivîlî 562 Zarok di Nav Wan de Hebûn

December 15, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Tora Sûrî: Şerên Reqê Bûne Sedema Kuştina 2371 Sivîlî 562 Zarok di Nav Wan de Hebûn

Duhî roja pêncşemê, Tora Sûrî ya mafên mirov di raportekê de ragihand ku bi sedema şerên rizgarkirina parêzgeha Reqê li bakurê Sûriyê, 2371 sivîl û 562 zarok di nav wan de hatine kuştin, û nêzîkî nîv milyon sivîlên din koçber bûne.

Torê di raporta xwe de libin navê ” Nirxê madî û mirovî yê rizgarkirina Reqê ji destê rêxistina DAIŞ’ê pir mezin bû”, û bal kişand ku DAIŞ bi rêka hêzên Hevpeymaniya navdewletî û milîsên (QSD) û hevpeymaniya rijêma Esed û Rûsiya ji Reqê derket.

Torê di raporta xwe de got ku ” oparesyonên leşkerî yên hemû aliyan di heyamê 11 heyavan de bû sedema koçbarkirina nêzîkî 450 hezar kesî, û nêzîkî duseyekê wan ji ber êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya navdewletî û êrîşên milîsên (QSD) bûn.

Di raportê de hatiye ku ” 2323 sivîl hatine kuştin û nêzîkî 99 komkujî hatine pêkanîn di yekemîn şerê Reqê di navbera 6’ê çiriya paşiyê 2016 heta 19’ê çiriya pêşiyê 2017 an de, ku 543 zarok û 346 jin di nav wan de hebûn”.

Raportê diyar kiriye ku “1321 sivîl, 383 ji wan zarok û 247 jin bûn, hatine kuştin. û 87 komkujî bi destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî”hatine pêkanîn,  û “693 sivîl û di nav wan de 109 zarok û 49 jin hatine kuştin, û 8 komkujî hatine pêkanîn bi destê rêxistina DAIŞ’ê”, û ” bi destê hêzên (QSD) 309 ji wan 51 zarok û 50 jin bûn, û 4 komkujî hatine pêkanîn”.

Raportê diyar kiriye ku di heman heyamî de navendên jîndarî û bajêrvaniyê rastî nêzîkî 100 êrîşan hatine, ji wan 81 êrîş ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî û 7 êrîş ji aliyê hêzên (QSD) û 12 ji aliyê DAIŞ’ê hatine pêkanîn”.

Raportê gotiye ku di heman demê de “nêzîkî 1896 kesî hatine girtin û di nav de 28 zarok û 33 jin, ku ji wan 1279 kes di nav de 19 zarok û 22 jin ji aliyê hêzên (QSD) hatine girtin,  û hevdem 617 kes di nav wan de 9 zarok û 11 jin ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê hatine girtin”.

Tora mafên mirov di dawiya raporta xwe de gotiye ku diwemîn şerê Reqê hatiye ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rûsiya di navbera heyva tîrmeh û çiriya pêşiya 2017’an de, ” têde 48 sivîl hatine kuştin bi destê hêzên hevpeymaniya Rijêm û Rûsiya di nav wan de 19 zarok û 8 jin û herwiha nêzîkî 5 komkujî û 11 êrîş li ser navendên zindî yê bajêrvaniyê di heman demê de hatine pêkanîn”.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Netewên Yekbûyî: Nîvê Penaberên Sûrî li Libnanê di Binya Hêla Hejariyê de Dijîn

Netewên Yekbûyî: Nîvê Penaberên Sûrî li Libnanê di Binya Hêla Hejariyê de Dijîn

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.