Girûpek ji çalakvan û mafnasan, avakirina komîteyekê ragihandin, ji bo rawestana li ser komkujiya ku rêxistina DAIŞê di hezêrana sala 2015an de dermafê sivîlan li bajarê Kobanê pêk anî, di dema ku bajar di bin kontrola milîsên PYD de bû, û rola wan milîsan di hêsankirina derbasbûna wê rêxistênê bo nava bajêr de.
Ev kar piştî hevdîtinekê li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêma Kurdistana Îraq di navbera Şandê Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar û beşdariya herdû endamên Desteya Giştî Şelal Gedo û Îmad Berho, û girûpek ji çalakvan û mafnasên pispor di warê yasayî û belgekirina binpêkirinan de, hat.
Û di dawiya civînê de, biryar hate dan ku komîteyekê ji bo eşkerekirin û belgekirina hûrgiliyên komkujiyê damezrînin, wek destpêkê ji bo şandina wan dosyan ji saziyên navdewletî yên têkildarî van kêşeyan re.
Û amadebûyan bal kişandin ser pêwîstiya danîna nexşerêyekê ji bo belgekirina dîdevaniyên xelkê, bi armanca ku bighên nerîneke zelal bo zanîna rastiya tiştê çêbûye, û çawa terorîst û kujer bêyî çi rêgiriyê gihiştin nava bajêr, û ew komkujiya hovane li dijî xelkê ewle di wê demê de pêk anîn.
Û Tevî derbasbûna çend salan di ser komkujiyê re, malbatên qurbaniyan daxwaza eşkerekirina rastiya bûyerê dikin, û dixwazin zanibin gelo çawa endamên DAIŞê derbasî nava bajarê ku di bin kontrola milîsên “PYD” de ye bûn, tevî ku metirsiyên mezin di wê demê de hebûn.
Û tê zanîn ku Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd, di daxwiyaniyeke xwe ya di vê derbarê de, milîsên PYDê berpirsyar dîtin di ber komkujiya ku nêzî 600 sivîlên bêçek têde hatin kuştin, piraniya wan zarok, jin û kal û pîr bûn, her weha berpirsyariya eşkerenekirina rastiya wê komelkujiyê ji sala 2015 ta niha da ser milê wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî