Sûriya vê salê jî pleya yekê derket ji welatên herî metirsîdar ji Rojnamevanan re, li gora ko rêkxistina ‘’ Nûçegehanên bêsînor‘’ îro sêşembê di lîsta xwe ya salane de derxistiye.
Hêzên Elesed di ber kuştina bi sedan rojnamevan de li Sûriyê ji destpêka şoreşê sala 2011ê ve berpirsiyar in, ji bo tawankariyên xwe derheqê xwepêşinderan veşêrin.
Li gora rêkxistinê; Sûriya di pleya yekê de ye piştî kuştina 12 rojnamevanan di vê salê de, di pey re Meksîk tê 11, Îraq 8 û Filipîn 4 ji 65 rojnamevanên pîşekar û yên nepîşekar, ko di sala borî de hatine kuştin, û 39 ji wan bi mebest hatine kuştin û 26 ji wan di dema karê xwe dikirin de hatine kuştin.
Rêkxistinê got ku dewletên ko gelekî metirsîdar bûne, ji rojnamevanan vala dibin, wek li Sûriyê, Îraq, Yemen û Lîbya ko karê rojnamevaniyê li wan welatan ji rojnamevanan vala dibe.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di raportên xwe de tekez kiriye ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber kuştina bi sedên rojnamevanan de li Sûriyê, û daxwaz kir ko hemû binpêkirin derheqê azadiya karê ragehandinî û guhastina rastiyê ji kîjan alî be, û yên destê wan di zêdegaviyan de heye dadpirsîn bi wan re bibe, û daxwaz ji civaka navdewletî kir bi taybetî Encûmena ewlekariyê ko bo parastina rojnamevan bi berpirsiyariyên xwe rabe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî