Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane li dar xist, û têde behsa pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de kir, û li raportên hin ofîs û komîteyan guhdarî kir.
Û amadebûyan guhertinên di Hevpeymaniyên herêmî û navdewletî de û bandora wan li ser dosya Sûriyê berçav kirin, û pesnê helwestên Erebistana Siûdî û Misirê yên derbarê redkirina beşdarbûna rêjîma Esed di civîna dahatî ya lotkeya Erebî de dan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, derbarê civîna nûnerê Swêd yê taybet bo Sûriyê Per Orenius yê ku tekezî li ser helwesta welatê xwe ji bo piştgiriya doza gelê Sûriyê kiriye axivî, û cextî li ser giringiya danîna pilaneke karê hevbeş li gel Hevbendiya Niştimanî bo livandina piroseya siyasî kir.
Û Elmislit li ser hevdîtina Nûnerê Wezareta Derve ya Swîsra axivî, yaku têde behsa giringiya xurtkirina peywendiyan di navbera Hevbendiya Niştimanî û Swîsra de kiriye, her weha amadebûna aliyê Swîsrî bo vekirina nûnergeha Hevbendiya Niştimanî li Swîsra.
Û Beşdaran li rapora Ofîsa Lêkolîn û Belgekirinê ya derbarê kirîza dirêjkirina biryara 2585 ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo hewcedarên Sûrî di riya xalên sînorî re guhdarî kirin.
Û Ofîsa Pêwendiyên Leşkerî raporeke meydanî li ser pêşhatên meydanî û binpêkirinên berdewam ji rêkeftina kêmkirina gurkirinê ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsiya ve berçav kir, û behsa tawanên milîsên PYDê yên terorîst û bombebarankirina deverên sivîlan ji aliyê wan milîsan ve kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî