Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Behcet Eletasî, bi tundî tawanên ku hêzên rêjîmê, Rûsiya û milîsên PYD yên têrorîst li dijî sivîlan li Sûriyê pêktînin şermezar kirin, û tekez kir ku rijêma Esed û piştgirên wê û milîsên terorîst bi heman şêweyî dijî gelê Sûriyê kar dikin.
Û Eletasî tekez kir ku rêjîma Esed û alîgirên wê û milîsên PYDe yên terrorist, dest ji bikaranîna heman siyaseta tawankarî dermafê Sûriyan bernedane, û bal kişand ser ku ev siyaseta hovane ji bo heman armancê ye, ew jî wêrankirina bajaran, û êşandina sivîlan da nehêlin welatî debara jiyana xwe ya rojane dabîn bikin û zarokên xwe biparêzin.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî, got ku balafirên cengê yên Rûsiya derdora gundên Binîn, Serhan û Şinan li başûrê Idibê duh çarşemê bordoman kir, li gel bombebarana ji hêla hêzên rijêmê û Rûsiya ve.
û Milîsên PYDe yên terorîst û Hêzên rêjîmê zeviyên çandiniyê li derdora bajarokê Dabiq li devera Soran li gundewarê Helebê yê bakur armanc kirin, û di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî