Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hewlên Hikûmeta Libnanê yên vegerandina penaberên Sûrî bo deverên di bin kontirola rêjîma Esed de, bêyî ku guh bide saxlemiya wan penaberan û metirsiya ku dê rastiyê werin heger vegerin şermezar kir.
û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî, daxwaxa liveke yekser ji bo nehêlana çi vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê bi awayekî kotekî ji civaka navdewletî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku hîn Bêhtir ji nîvê xelkê Sûriyê derbider û penaber in, ji ber kiryarên tawankarî yên kuştin û girtin û îşkencê yên ku rijêma Esed pêktîne, û ev kiryar ta niha tên dubarekirin, ji ber hebûna heman tawankarên ku bi sedên komkujiyên belgekirî pêk anîne.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku bersivdana Hikûmeta Libnanî ji çi planeke koçkirina bi darê zorê re, tê wateya ku dibe careke din komkujiya taxa Eltedamun dubare bibe, ji ber ku amûrên rijêma serkutkirinê hîn di girtina kotekî ya sivîlan de li deverên di bin kontirola rijêmê de berdewam in, û rewşa kesên bi sedema rijêmê derbider bûne û jiyana li deverên rijêmê ret kirine dê çawa be heger bi darê zorê hatin vegerandin?
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaz ji Hikûmeta Libnanî kir ku tevaya pilanên vegerandina kotekî rawestîne û rêzê li yasayên navdewletî bigire, nemaze yên ku jê dixwazin ku penaberan biparêze û mafên wan bide wan, û ew Hikûmeta Libnanê di ber çi ziyana ku bigihê van penaberan de berpirsyar dibîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaza destêwerdana rasterast ji Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind ya Penaberan kir, ji bo parastina penaberan li Libnanê û rawestandina vegerandina wan bo deverên di bin kontrol û zordariya rêjîma tawankar û dezgehên wê yên ewlekariyê de.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku milîsên Hizbullah yên Libnanî û kiryarên wan yên terorîstî li Sûriyê li kêlek rêjîma Esed û Rûsiya û Îranê, sedemên sereke yên afirandina azarên Sûriyan û penaberbûna wan in, û gotina ku deverên rijêma Esed ewle ne, gotinek ne rast e, û bihane ye ji bo Hikûmeta Libnanê da penaberan derbixe, piştî nekarîna wê ya rûbirûbûna milîsên Hizbullah, yên ku xwe li ser saziyên dewletê ferz kirine, her weha nekarîna Hikûmetê ya rêvebirina krîzên navxweyî yên curbecur yên welat.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî