Saziya Human Rights Watch tekez kir ku vegerandina bi zorê ya penaberên Sûrî ji aliyê desthilatên Libnanî ve bo Sûriyê ne yasayî û ne ewle ye.
Û Saziyê di raportekê ku duh çarşemê belav kiriye de got ku vegerandina bi darê zorê ya penaberên Sûrî wek binpêkirinê ji pabendiyên Libnanê bi venegerandina penaberan bi zorê bo welatên wan re ye, welatên ku têde rûbirûyê metirsiya eşkere ya îşkencê an cureyên din ên çewsandinê dibin.
Û Saziyê bal kişand ser ku gotinên Libnanê yên ku dibêjin Sûriye ji bo vegerandina penaberan ewle ye, ne rast in, û bal kişand ser ku penaberên ku vegeriyane Sûriyê di navbera salên 2017 û 2021an de rastî binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rêjîma Esed ve hatin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh êvarî, roja Çarşemê, daxuyaniyek belav kir, û têde daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi awayekî rasterast rê li ber koçberkirina bi zorê ya penaberên Sûrî ji Libnanê bigire.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku bersiva Hikûmeta Libnanî ji çi planeke koçberkirina bi darê zorê re, tê wê wateyê ku dibe komkujiya taxa Eltedamun dubare bibe, ji ber ku amûrên zordar yên rêjîmê di girtina sivîlan li deverên di bin kontrola rêjîmê de berdewam in.
û daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir ku hemû pilanên koçberkirinê rawestîne, û rêzê li yasayên navdewletî yên parastina penaberan û dana mafên wan bigire, û hikûmeta Libnanê di ber çi ziyana ku bighêje penaberan de berpirsyar dît.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûr