Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pêşwaziya Şanderê Siwêdî yê taybet bo Sûriyê Per Aurenius kir, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û rewşa penaberên Sûrî li Siwêdê û dewletên dîtir kir.
Û di civînê de Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdulehad Istifo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed amade bûn.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi çareseriya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û cîbicîkirina tam ji biryarên Netewên Yekbûyî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê re û di pêşî de biryarên 2118 û 2254 dike.
Û hêviyên xwe anîn ziman derbarê ku dostên gelê Sûriyê piştgiriya bilezkirina pêşdebirina çareya siyasî ya rasteqîn berve bidawîanîna derdeseriyên gelê Sûriyê bikin, daku di misogerkirina ewlehî û aramiyê de li tevaya deverê beşdar be.
Û Elmislit bal kişand ser ku cenga îro nema tenê di navbera gelê Sûriyê û rijêma Esed de ye, lê rûbirûbûn îro li gel Îranê û Rûsiya ye, yên ku piştevaniya rijêmê bi her tiştî dikin, û rijêmê weke amrazekê di kêşeyên xwe yên herêmî û navdewletî de bikar tînin, wek beşdariya di cenga Okranya û danpêdana bi herêmên wê yên ku hatine dagîrkirin.
Û Elmislit li ser encamên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku hîn ti pêşketin tê de çênebûye axivî, û tekez kir bi mana mîkanîzma kar bi vî rengî û hiştina ku rêjîm berpêkan bide, dê komîte nikaribe bigihêje destûrekî nû ji welêt re eger 20 salên din jî bidome.
Û Elmislit tekez kir ku Sûriya hîn ne ewle ye, û neçarkirina penaberên Sûrî li ser vegerê, weke şandina wan ber bi mirinê ye, û bal kişand ser dîmenên ku rojnameya The Guardian li ser komkujiya hovane ya taxa Eltedamun.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku wî di vê hevdîtina zelal de cidîtiyeke rasteqîn ji berê bêhtir li bal aliyê Swêdî dît, ji bo pêşdebirina piroseya siyasî di riya pêşkêşkirina bîr û baweriyên ku dê dosya Sûriyê ji rewşa xetmandinê derîne, û Swêd girîngiyeke mezin dide berdewamiya hevdîtinan li gel Hevbendiyê û hevkariya di pêşerojê de.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istifo, li ser pêwîstiya ramana bi şêwazeke nû ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û pêkanîna veguhêzeke siyasî ya daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de pêk bîne axivî.
Û Tekez kir ku piştî dijminkariya Rûsiya li ser Okraynayê dosya aloztir bûye, û cextî li ser pêwîstiya fişarên bi awayekî mezintir di riya sepandina hîn bêhtir sizayan li ser Beşar Esed û sembolên rijêmê kir, her weha kartêkerkirina rêya lêpirsîn û sizakirinê.
Û Istîfo diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze roleke zêdetir yê Yekîtiya Ewropa di gihiştina çareseriyeke siyasî de li Sûriyê hebe.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê Swêdî Per Aurenius tekez kir ku welatê wî piştgiriya her pêngavekê dike ji bo kartêkerkirina proseya siyasî li Sûriyê û cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî.
Û bal kişand ser wê yekê ku welatê wî bi Yekîtiya Ewropa re hevaheng e di redkirina normalkirina peywendiyan de bi rêjîma Esed re, an rakirina sizayan li ser wê, û beşdariyê di çi proseyeke nûavakirina Sûriyê de nake berî ku veguhastina siyasî pêk were.
Û pesnê destkeftên penaberên Sûrî û çalakiyên wan li welatên ku lê bûne mêvan da, û tekez kir ku penaberên sûrî di karên xwe de serkeftî ne, û doktor û endezyar di nav wan de hene, û got ku ti pirsgirêka Siwêdê bi hebûna penaberan li ser xaka wê re nîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî