Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, bi helkefta hatina cejna Qurbanê ya pîroz, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Wezîrên Derve yên Dewletên Ereb û yên misilman kir, û hêviya ku welatên wan di ewlehî û aramiyê de bijîn kir.
Elmislit spasî bo hemû welatên ku li kêleka gelê Sûriyê rawestiyane û ji bo pêkanîna daxwazên wî di azadî, rûmet û demokrasiyê de piştgirî danê pêşkêş kir.
Û tekez kir ku miletê Sûriyê di şoreşa xwe ya gewre de berdewam e, û di sala yazdemîn de tekoşîna xwe li dijî rêjîma Esed a zordar yaku gelê Sûriyê ji mafê jiyana azad û rûmetdar bêpar kiriye berdewam dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî