Hevbendiya Niştimanî ya SûrÎ Gurkirina tawankarî ya nû ya dagîrkerê Rûsî li bakurê Sûriyê şermezar kir, û dît ku civaka navdewletî ji ber bêdengiya xwe berpirsyar e.
Balafirên şer yên Rûsiya îro înê komkujiyek hovane li gundewarên rojavayê Idlibê li dijî sivîlên bêguneh pêk anîn, û di encamê de 7 sivîl hatin kuştin 4 ji wan zarok û ji malbatekê bûn, û yên din jî birîndar bûn û zarok û jin di nav wan de hebûn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku Tawanên rijêma Esed û Botin û hevalbendên wan bi dirêjiya salên bûrî nehatine rawestandin, û ew tevaya rêkeftin û daxwazên agirbestê piştguh dikin, ji ber nebûna helwesteke navdewletî ya vebir li hember wan, tevî hebûna nîşanên hûrbîn û tam li ser tawanên ku wan pêkanîne û qurbaniyan hene.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku hiştina gelê Sûriyê di bin derdeseriyên balefirên rijêma Esed û hevalbendên wê de tawankarî ye, û civaka navdewletî ji ber piştguhkirin û bêdengiya wê berpirsyariyê hildigre, çimkî tawan hîn berdewam e, û xwîna sûriyan ji yanzdeh salan de zuha nebûye, bêyî ku pêngavin kartêker ji aliyê civaka navdewletî ve di warê sizakirina rijêmê an qewitandina wê ji ser xaka Sûriyê de bên avêtin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Tawanên ku li Sûriyê pêk hatine û hîn jî pêk tên, li Okranya dubare bûn, û dê li dewletin dîtir jî dubare bibin, heger tawanên Rûsiya neyên rawestandin, û jêderên teror û kuştin û wêrankirinê, rijêma Esed û milîsên Îranê, ji holê ranebin.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku balefirên Rûsî mirîşkxaneyek li derdora gundê Elcedêde û malên sivîlan li derdora gundê Elcanodiyê li gundewarê Idlibê yê rojava burdûman kirin, û di heman demê de tîmên Berevaniya Sivîl birîndar rakirin û mirî ji bin cihên wêrankirî derxistin.
Û berî bi Çend rojan balafirên şer yên Rûsiya bi mûşekên valahiyê devera Cebel Elerbeîn û daristana Musebîn ya nêzîkî bajarokê Erîha li başûrî Idlibê armanc kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî