Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, topbarana Rûsiya ya îro li ser gundewarê parêzgeha Idlibê, yaku bû sedema kuştina 7 kesan û birîndarbûna kesin dêtir hin ji wan zarok û jin bûn şermezar kir, û got ku Rûsiya berpisyariya vê tawanê bi temamî hildigre, û her weha bêzariya xwe anî ziman, ji bêdengiya civaka navdewletî û saziyên wê li hember tiştên ku diqewimin û sistbûna wê di cîbicîkirina erkên xwe yê parastina sivîlên bêçek ji tawanên Botîn û Esed de.
Û Emîndarê giştî yê Hevbendiyê got ku balafirên Rûsiya yên tawankar komkujiya îro pêk anîn, û komkujiyeke din li ser doseyên xwe yên xwîndar û tijî tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê zêde kir.
Û Rehmê bal kişand ser ku pêwîst e civaka navdewletî li hember vê komkûjiyê raweste û rûbirû bimîne, wek çawa serederî bi komkujiya Zaxo ya Dihokê re bû, û pêwîstiya hevsengiyê di helwêstên civaka navdewletî de li hember tawanên li dijî sivîlan li her deverekê .
Û Rehmê tekez kir ku Rûsiya bi rêya bombebarana xwe ya asmanî îro û binpêkirinên wê yên berdewam bi rêjîma Esed û milîsên terorîst yên Îranî re dijî gelê me li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî, kar dike ku bobelateke mirovî ya mezin biafirîne, di dema rewşa dijwar ya jiyana sivîlan de, û Komkujiya îro di heman demê de nîşan dide ku Rûsya dixwaze xwe li Sûriyê di riya gurkirina leşkerî ya hovane re ferz bike, û Rehmê pirsyar kir û got ku gelo sûda berdewamiya pirosesa siyasî çi li Asîtana be û çi li Cinêvê be heye? di bin siya sistiya navdewletî de, û her dibêjin ku çare siyasî ye, di dema ku tevaya tawanên ku pêk hatine destnîşan dikin ku çareya leşkerî û ewlekarî tenê tê bikaranîn.
Û Rehmê tekez kir ku şermezarkirina komkujiyên ku ji aliyê balafirên Rûsî ve li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî pêkhatiye, erkekî sincî ye li ser milên aliyên civaka navdewletî, û dît ku rawestandina van tawanan û sizakirinaa berpirsên di ber wan tawanan de erkekî yasayî û sincî ye, li ser milê hemû dewletên kartêker li Sûriyê.
Û Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî kir ku bersivê bide û xwe amade bike ji her operasyoneke leşkerî re li dijî hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li eniyên Idlibê û gundewarên wê, wek bersiv ji komkujiya hovane re û dijî binpêkirinên berdewam ji aliyê hêzên Esed û milîsên Îranî yên terorîst ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî