Komîteya Partiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raporta karê xwe di civîna xwe ya îro çarşemê de li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kir, û têde hemû civîn û peywendiyên xwe bi aliyên siyasî û şepêlên Sûrî re ji bo avakirina nêrîneke yekgirtî bo Sûriyê û hevrêzkariya li ser pêşhatên rewşa siyasî di dosya Sûriyê de berçav kirin.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Ebdullah Gado li ser pêwîstiya giringîpêdana civîna tavayî ya bi partî û şepêlên siyasî yên Sûriyê re, û karê li ser amadekirina kongir û workşopên tevayî yên ku dê her kesî bihewînin bi serpereştiya Hevbendiya Niştimanî axivî.
Û bal kişand ser ku komîte bizavê dike ku alî û partî û şepêlên Sûrî ji pêşhatên rewşa siyasî û encamên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê agahdar bike, û behsa pêngavên hevbeş ji bo peydakirina piştevaniyê ji danûstandinan re û cîbicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di serî de daxwiyaniya Cenêvê û biryarên 2118 û 2254.
Û Gado hejmarek ji pêşniyar û temîniyên ku ji aliyê endamên Komîteyê ve hatine amadekirin pêşkêş kirin, û tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana rola partî û şepêlên siyasî yên Sûrî û piştgirî û hevrêziya ligel wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî