Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî Bedr Cemûs, şiroveyek li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên normal yên xola 63yemîn de yaku sibeha pêncşemê dest pê kiriye pêşkêş kir, û li ser karê desteyê û civînên wê yên navdewletî û hewlên wê ji bo vekirina hemû rêyên piroseya siyasî bo gihiştina veguhestina siyasî ya tam yaku bi avakirina desteya rêveberiya veguhêz dest pê dibe , wek ku di biryarên navdewletî yên têkildarî karûbarê Sûriyê de hatiye, axivî.
Û Camûs rexne li helwêstên nerm yên dewletan derbarê tawanên ku rêjîma Esed û piştgirên wê dijî sivîlan li Sûriyê berdewam dikin kirin, û tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendiyan li gel dewletên bira û dostên gelê Sûriyê kir, û karkirina ji bo vegerandina guhdana wan bi dosya Sûriyê, û nehiştina hewlên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re û nehêlana biserxistina wê.
Û şiroveyek Derbarê hevdîtina xwe li gel nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen pêşkêş kir, û diyar kir ku tiştekî nû li ser redkirina rêjîmê ji pabendbûna bi pirosesa siyasî û beşdariya di karên Komîteya Destûrê de nîne.
Û got ku Cinêv takebijardeya me ye ji bo lidarxistina karên Komîteya Destûrî an danûstandinên Sûriyê, û berdewam kir û got ku Desteya Danûstandinan veguhestina wê bo cihekî din napejirîne, û got ku rêjîma Esed bûye amûrek di destê Rûsyayê de, û êşên gelê Sûriyê li ber çavan nagire.
Û Cemûs bal kişand ser ku Deste kar li ser şirovekirina “Jîngeha Ewle û Bêalî” yaku di biryara 2254 de hatiye dike, û tekez kir ku dabînkirina vê jîngehê tê wateya pêwîstiya dabînkirina ewlehî û saxlemiya sûriyan, û ev yek bi mana rejêma Esed û dezgehên wê yên ewlekariyê yên ku di operasyonên kuştin, girtin û îşkencekirinê de berdewam in dabîn nabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî