Hevrêzkarê Komîteya Partiyan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdullah Gedo, raporta salane ya karê Komîteyê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên wê yên normal ên xola 63yemîn de pêşkêş kir, û hemû hevdîtin û peywendiyên li gel partî û şepêlên siyasî yên Sûrî berçav kirin, ji bo avakirina nêrîneke yekgirtî bo Sûriyê û hevrêzkariya li ser pêşhatên rewşa siyasî di doseya Sûriyê de.
Û Gedo behsa pêwîstiya giringîdana hevdîtinên komî bi partî û şepêlên siyasî yên Sûriyê re kir, û daxwaza xebatê ji bo amadekirina kongir û kargehên komî ku hemû têde bin û bi sponseriya Hevbendiya Niştimanî be kir.
Û bal kişand ser ku Komîte bizavê dike ji bo partî û şepêlên Sûrî bi pêşhatên rewşa siyasî û encamên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê agahdar bike, da li ser gavên hevbeş li hev bikin, ji bo peydakirina piştevaniyê bo danûstandinan û cîbicîkirina Çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cenêvê û biryarên 2118 û 2254.
Û Gedo hejmarek pêşniyar û temîniyên ku ji aliyê endamên komîteyê ve hatine amadekirin pêşkêş kirin, û tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana rola partî û şepêlên siyasî yên Sûrî û piştgirî û hevrêzkariya li gel wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî