Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, li ser karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên wê yên ku niha li dar dikevin de yên xola 63yemîn de axivî.
Û karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û giringtirîn pirojeyên ku li navçeyên rizgarkirî hatine cîbicîkirin ku armanca wan ew e, ketwarê deverên rizgarkirî çak bike û asta karên rêvebirî û xizmetguzarî bilnd bike, berçav kirin.
Û li ser civatên fermî û hevdîtinên ku bi şander û dîplomatên rojavayî re li dar xistine û gerên meydanî yên ku li deverên rizgarkirî pê rabûne û hevdîtinên li gel serkirdeyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û berpirsên encûmenên xwecihî û saziyên xizmetkariyê û çalakvaniyên şoreşgerî axivî.
Û Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Ebdulhekîm Elmisrî, bi amadebûna Wezîrên Hikûmetê raporta salane ya karê Hikûmetê pêşkêş kir, û giringtirîn karên ku ji aliyê Wezaret û saziyên Hikûmeta Demkî ve li deverên rizgarkirî pêkhatine, her weha biryarên ku di warên cuda de derxistine, pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî