Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rûniştinên xwe yên asayî yên xola 63yemîn bidawî kirin, û têde biryara berdewamkirina erkê Desteya Serokatiyê û ya Siyasî ya niha ya di madeya 20an ya destûrê de diyarkirî, bo heyama 12 heyvan hate dayîn, û di civînan de li raporên kar yên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî, Emîndariya giştî, dezgeh, nivîsgeh, komîte, Hikûmeta Sûrî ya Demkî û encûmenên xwecihî hate guhdarîkirin.
Û Desteya Giştî bi dirêjiya herdû rojên çarşem û pênşemê pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin, û li astengiyên ku rastî karê encûmenên xwecihî û saziyên cîbicîkar li navçeyên rizgarkirî tên guhdarî kirin.
Û Desteya Giştî behsa berdewamiya rêjîma Esed û milîsên PYDe yên tirorîst di operasiyonên tawankarî de dermafê sivîlan li curbecur deverên rizgarkirî kir, û tekez kir ku reftarên terorîstan rêbazkirî ne, ji bo têkbirana aramî û ewlehiyê.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên siyasî yên navdewletî û bandora wan li ser dosya Sûriyê, her weha rijdiya rêjîma Esed li ser astengkirina piroseya siyasî û peyrewiya wê ji Rûsiya re û rawestandina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî, gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî