Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonîo Guterres re şand, têde daxwaza destwerdaneke bilez kir ji bo rizgarkirina giyanê malbatên Sûrî yên li kampa Elrukban, û xebitîna bi awayekî kartêker ji bo dabînkirina jiyaneke rûmetdar ji wan re.
Û Elmislit li ser derdeseriyên niştecihên kampa ku ji aliyê hêzên Esed û alîgirên wê ve li devereke biyabanî ya nêzîkî sînorê Urdinê hatiye dorpêçkirin axivî, û diyar kir ku azarên xelkê li kampa ku bi hezaran ji koçberên Sûrî lê dijîn zêdetir dibin, ji ber kêmbûna xwarin, av, şîrê zarokan, derman û alavên pizîşkî.
Û bal kişand ser ku di heyama dawî de rêjeya ava ku UNICEF pêşkêşî xelkê kampê dike kêm bûye, di heman dema ku herêm tûşî pêleke germê bûye, û tirs ji belavbûna êş û nexweşiyan heye.
Û bal kişand ser ku van şert û mercên zehmet hiştin ku hin malbat neçar bibin ku ji kampê derkevin û ber bi deverên di bin kontrola rêjîma Esed de herin, û got ku nişteciyên kampê niha di navbera du metirsiyan de dijîn, ya yekem mirina hêdî ye ji ber kêmbûna av, xwarin û derman li kampê, û metirsiya duyem jî girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştin e, dema ku vegerin deverên di bin kontirola rijêmê de.
Û Elmislit cext kir ku bêdengî li hember tiştê li kampê dibe nayê pejirandin, û xwest ku hemî karên gengaz bên kirin ji bo rizgarkirina niştecihên kampê ji tîbûnê, û zêdekirina qebareya ava ku ji Urdunê tê, di riya daxwaza ji ofîsa Netewên Yekbûyî li Emanê daku pirsgirêka tîbûnê li kampê çareser bike, û katijmêrên dana avê zêde bibin û coreyê avê çêtir bibe.
Û daxwaza fişarê bi hemû hewlên gengaz kir ji bo rawestandina dorpêçkirina rijêma Esed ji malbatên Sûrî yên di kampê de re, û nehiştina berdewamiya bikaranîna avê û dermên wek çekekî dijî xelkê kampê, û rê bibin karwanên alîkariyên mirovahî bê çi şert û mercan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî