Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza tevgereke lezgîn ji Emerîka kir, ji bo rizgarkirina nişteciyên kampa Elrukban yên ku niha di navbera du metirsiyan de dijîn, ya yekem mirina hêdî ye ji ber kêmbûna av, xwarin û dermên li kampê, û metirsiya duyem girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştin e, eger vegerin deverên di bin kontirola rêjîmê de.
Û di nameyekê de bo Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken, derbarê êş û azarên xelkê kampa Elrukban, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit bal kişand ser ku rewşa dijwar yaku niştecihên kampê têde dijîn, hişt hin malbat neçar bibin û ji kampê derkevin û berê xwe bidin deverên di bin kontirola rijêma Esed de.
Û Elmislit diyar kir ku azarên niştecihên kampa ku bi hezaran koçberên Sûrî lê dijîn û bi salan e ji aliyê hêzên Esed ve li devereke biyabanî dorpêçkirî ye girantir dibin, ji ber nebûna xwarin, av, şîrê zarokan, derman û alavên pizîşkî, herwiha rêjeya kêm ya ava vexwarinê û ya şûştinê yaku UNICEF ji niştecihên kampê re pêşkêş dike.
Û Elmislit daxwaza kirina hemû hewlên gengaz ji bo rizgarkirina xelkê kampê ji mirina ji têhna û zêdekirina qebareya ava ku bi rêya ofîsa Netewên Yekbûyî li Emanê ji Urdinê tê kir, daku pirsgirêka tîbûnê li kampê çareser bike, û katijmêrên dana avê zêde bibin û coreyê avê baştir bibe, û bi awayekî kartêker bixebitin daku jiyaneke rûmetdar bo niştecihên kampê misoger bibe.
Û tekezî li ser pêwîstiya fişarê bi hemû awayên gengaz kir, ji bo rawestandina dorpêça hêzên rijêma Esed ji malbatên Sûrî yên li kampa Elrukban, û nehiştina berdewamiya bikaranîna xwarin û derman wek çekekî li dijî nişteciyên kampê, û rê bidin ku karwanên alîkariyên mirovî bê şert û merc derbas bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî