Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Elsefadî kir, derbarê derdeseriyên xelkê kampa Elrukban ya ku ji aliyê hêzên Esed û alîgirên wê ve li nêzîkî sînorê Urdinê hatiye dorpêçkirin.
Û Elmislit diyar kir ku derdeseriyên bi hezaran koçberên Sûrî li kampa ku bi hezaran Sûrî lê dijîn zêdetir dibin, û pirsgirêkên wan ji ber kêmbûna xwarin, av, şîrê zarokan, derman û alavên pizîşkî pirtir dibin, û her wiha êşa ji ber kêmbûna ava vexwarinê û ya şûştinê li gel pêla germê li herêmê di nava tirsa belavbûna derd û nexweşiyan de.
Û bal kişand ser ku ev şert û mercên zehmet hiştin ku hin malbat neçar bibin ku ji kampê derkevin û ber bi deverên di bin kontrola rêjîma Esed de herin, û got ku nişteciyên kampê niha di navbera du metirsiyan de dijîn, ya yekem mirina hêdî ye ji ber kêmbûna avê, xwarin û dermanan li kampê, û metirsiya duyemîn jî girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştina di dema ku vegerin deverên di bin kontirola rijêmê de.
Elmislit tekez kir çênabe herkes hember tirajîdiya bi hezaran ji welatiyên Sûrî li kampa Elrukban bêdeng bimîne, û heger wan di vê çarenûsê de bihêlin dê rewşa nebaş ya malbatan girantir bibe, û daxwaza destwerdana lezgîn ji bo rizgarkirina giyanê malbatên Sûrî yên li kampa Elrukban kir, û xwest ku kar bi awayekî kertêker bo misogerkirina jiyaneke bi rûmet ji wan re bibe.
Û daxwaza hemû karên gengaz ji bo rizgarkirina niştecihên kampê jj tîbûnê, û zêdekirina qebareya ava ku ji Urdinê di rêya ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Emanê re tê kir, ji bo çareserkirina pirsgirêka tîbûnê li kampê, û zêdekirin katijmêrên dana avê û çakkirina coreyê wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî