• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 30 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dawî ya Civînên Xola 63yemîn ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

August 6, 2022
in Daxwiyanî

Daxwiyaniyeke rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di 4 û 5ê tebaxê de civîna xwe ya 63emîn li Stenbolê li dar xist, û civîna xolê bi kêliyeke bêdeng û xwendina Fatiheyê li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û paşê Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara vekirinê pêşkêş kir, piştî ku deqek ji raporên karê herdû heyvên bûrî danî ber destê amadebûyan, tevî raportên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî.

Û Serok di axaftina xwe de bixêrhatina endamên nû yên ku di Desteya Giştî de cih girtine kir, û tekezî li ser giringiya kartêkerkirina rola her kesî kir, daku bighêjin kartêkeriyeke siyasî ya mezintir û nûnertiyeke berfirehtir ya civaka Sûriyê, û diyar kir ku pilanek heye ji bo bihêzkirin û pêşxistina karê dezgeh, nivîsgeh û komîteyan, û tevlêkirina xwîna nû di wan laşan de, bi rêya belavkirina endaman li ser wan saziyan.

Elmislit bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hewil dide ku di rojên bê de serdan û civînên xwe bi saziyên şoreşa Sûriyê û çalakî û kombûnên Sûrî re xurt bike, û giringiyê bide pirsgirêkên ku rastî sûriyan li deverên rizgarkirî û li dewlertên penaberiyê tên.

Û bal kişand ser ku divê gotara niştimanî di riya kiryar û awayên çareserkirina kêşeyên gelê Sûriyê re diyar bibe, da bighêjin Sûriyeke yekbûyî û azad a ku tevaya gelê Sûriyê daxwaza wê dikin.

Û paşê Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe pêşkêş kirin, têde raporên karûbarê du heyvên bûrî diyar kirin.

Û Desteya Giştî li raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Desteya Danûstandinan ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê guhdarî kir, her weha li raporên dezgeh, ofîs û nûneratiyan.

Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hûrgilî giringtirîn kar û destkeftên Wezaretan û zehmetiyên ku rûbirûyê wan bûne pêşkêş kirin, û gotûbêjeke berfireh li ser çalakiyên Hikûmeta Demkî li ser astên curbicur vekir.

Û Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî, Bedir Cemûs, giringtirîn pêşketinên proseya siyasî û encamên civînên Desteyê û hevdîtinên wê li gel dewletên xwedî bandor di dosya Sûriyê de û nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen berçav kirin.

Û Hevserokê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, şiroveyek pêşkêş kir, têde bi hûrbînî li ser rewşa pûçkirin û astengkirinê ya ku rastî Komîteyê tê, ji ber helwestên rejîma ku bi awayekî pratîkî di riya rêşûnên xwe re gewhera Komîteya Destûrî û dariştina destûrekî nû ji welêt re binpê kiriye, rawestiya.

Û Hadî Elbehra wek nûnerê Hevbendiyê û Serokê Desteya Rêvebir ya Sindoqa Nûavakirinê ya Sûrî (SRTF) raporek hûrbîn li ser kar, çalakî û projeyên giring yên sindoqê pêşkêş kir, û gotûbêjên berfireh li ser rêyên karê sendoqê hatin kirin.

Û Cîgira Seroka Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş wek Seroka Desteya Jinê ya Sûrî behsa kar û çalakiyên Desteyê kir, bi taybet li navçeyên rizgarkirî di riya lidarxistina civînên curbicur bi armanca bihêzkirina jinên Sûrî di warê siyasî û civakî de, û tekezî li ser berdewamiya xebatan di vê çarçoveyê de ji bo jinên Sûriyê bighînin hemû cihên biryardanê kir.

Û civîngeran lêvegerek ji doseya mirovî û ketwarê meydanî û rewşa leşkerî bi taybetî pêşketinên Deraa, Heleb û Idlibê re çêkirin, û li ser rola hevpeymaniyê di qonaxa niha de û rewşa trajîdîk li kampa Elrukban li başûrê welat ji encama dorpêçkirina rijêma Esed û kêmkirina rêjeya ava ku Netewên Yekgirtî pêşkêş dike ku gihiştiye nîvê qebareya berê, û pêwîstiya hemû hewldanan ji bo piştgiriya derbiderên wê deverê rawestiyan.

Û Beşdaran bi Hikûmeta Sûrî ya Demkî re çareyên pêkan ji kêşeya avê re li bajarê Babê, piştî berdewamiya rêjîma Esed di birrîna ava ji wîstgehên di bin destê hêzên wê de ji ser bajar û gundewarên wî gengeşe kirin, û behsa şert û mercên zehmet yên ku şêniyên bajar û gundewarên wî ji ber kêmbûna avê dikişînin kirin, û lêkolînek li ser projeya kişandina avê ji xala herî nêzîk a çemê Firatê di bin çava re birin.

Û Beşdaran pêşniyar û proje bo baştirkirina ketwarê darayî û tenduristî û perwerdeyê li deverên rizgarkirî pêşkêş kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya geşepêdana berdewam li van deveran û dabînkirina parastinê jê re di rêya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û hevalbendên wê re, nemaze li gel kiryarên dijminane yên milîsên PYDe yên terorîst û hêzên rêjîma tawankar.

Û di warê mirovî de, amadebûyan cextî li ser berdewamiya alîkariyên mirovî di riya xalên sînorî re û bizavên berdest ji bo têgihandina civaka navdewletî bo peydakirina alîkariyên mirovî yên pêwîst dûrî fişarên Rûsya yên berdewam gotûbêj kirin.

Û li ser asta siyasî, kesên amade li ser giringiya xebata berdewam ji bo ku dosya Sûrî di serê dosyayên dewletên xwedî bandor de be, bi armanca berdewamkirina pirosesa siyasî ya girêdayî Sûriyê, bi taybetî biryara 2254, û pêwîstiya vekirina hemû rêyên siyasî  yên di biryarê de cih digirin, gotûbêj kirin.

Û endaman pêşketinên navdewletî û herêmî yên girêdayî dosya Sûriyê gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya ku rêjîma Esed li derveyî sîstema erebî be, ji ber ku hebûna wê tê wateya derbasbûna Îranê di nav Komkara Erebî de, û bal kişandin ser rola birayên ku vegera Esed bo Komkara Erebî red dikin, bi taybetî Erebistana Siûdî, Qeter û Misirê.

Û Desteya Giştî tekezî li ser pêwîstiya nûnertiya rasteqîn a gelê Sûriyê kir, bo pêkanîna hêviyên wan û rawestana li gel wan di daxwazên wan yên rewa de, daku bighînin nimûneyeke serkeftî û şaristanî li deverên rizgarkirî.

Û Desteya Giştî biryar da ku ji roja 4ê tebaxê ve, berdewamkirina erkê Serokatiya niha û Desteya Siyasî yaku di xala 20 ya yasaya bingehîn de hatiye diyarkirin bo heyama 12 mehan pesend bike.

Û civîngeran tekez kirin ku kartêkerkirina baregeha Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî erkekî berdewam e, daku bibe nimûne ji saziyên Sûriyê yên paşerojê re.

Û Desteyê tekezî li ser pêwîstiya dirêjkirina destan bo hemû hêzên şoreşê û vekirina deriyê têkliyan bi hemûyan re kir, û bi yek destî kar bikin ji bo misogerkirina berdewamiya riya şoreşê daku bighînin daxwazên gelê Sûriyê di rizgarkirina ji Rejîma tawanbar û pêkanîna azadî û serxwebûnê û avakirina dewleteke sivîl a demokrat a modern bo hemû welatiyên wê.

Û di dawiya civatê de Serokê Hevbendiyê name arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Wezîrê Derve yê Amerîka û Wezîrê Derve yê Urdinê kirin, derbarê êş û azarên Sûriyên ku li kampa Elrukban dijîn û pêwîstiya dîtina çareyekê bo sivikkirina derdeseriyên wan.

Dilovanî bo pakrewanan,

Saxlemî bo birîndaran,

Azadî bo girtiyan,

Serkeftin bo şoreşa Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Desteya Giştî

06 tebax 2022

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed

March 29, 2023
Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman

March 29, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dumahî ya Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Xola 66emîn de

Derbarê Tawana Kirêt a Dermafê Welatiyin Bêguneh li Bajarê Cindirêsê

Pîrozbahiya Dayîkên Sûrî di Cejna Dayîkê de

Pîrozbahî bo Sûriyan û Xelkê Me yên Kurd bi Helkefta Cejna Newrozê

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.