Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, hişyarî da ji metirsiya tiştê ku rêjîma Esed ya tawankar dike, bi dana regeznameya Sûriyê bo endamên milîsên Îranî yên ku ji bo şerê dijî gelê Sûriyê anîne, ji bo xizmeta pirojeya berfirehkirin û dagîrkerî ya Rejîma Tehranê û xelatkirina wan li ser tawanên wan ên ku bi salan dirêj kirine.
Û Rehmê diyar kir ku kiryarên ne rewa yên rêjîma Esed li Sûriyê û dana mafê welatîbûnê ji milîsên mezhebî re ne yasayî ye, û tiştê ku li ser nerewayê hatiye avakirin nerewa ye, Û diyar kir ku ev kiryar di çarçoveya siyaseta guhertina demografî ya mezhebî de tê, piştî ku xelkê wê koçber kirin û mal û milkên wan talan kirin û bajarên wan wêran kirin, û mal û milkên sûriyan li endamên milîsan belav kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rêjîma Esed li Sûriyê ne rejîmeke rewa ye, û nûneratiya miletê Sûriyê nake, û ew tenê bûye mîna lîstokekê di destê dagîrkerên Rûsî û Îranî yên ku anîne sûriyê de, û bal kişand ser ku milîsên Îranî desthilata xwe li gelek deverên di bin kontrola rêjîma Esed de berfireh dikin, nemaze li Heleb, Hums, Şam û Dêra zorê, û ev yek hewcedarî destwerdaneke erebî ya bilez e, ji bo rûbirûbûna pirojeya Îranê li Sûriyê, da nehêlin metirsiya rejîma Tehranê ber bi dewletên cîran firehtir bibe.
Û Rehmê tekez kir ku têkoşîna gelê Sûriyê û berdewamiya wî di şoreşa gewre de dê raneweste, ta xewna hemû gelê Sûriyê di dewleteke azad û rûmetdar de pêk were, weltê ku cihê Esed û hêzên dagîrker têde tune be, û tekez kir ku Sûriya dê tenê ya gelê wê be, û dê gelê Sûriyê hemû teror û wêraniya paşmayên vê rêjîmê ji holê rake.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî