Desteya Werziş û Ciwanan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, civîna xwe ya rolane li baregehê nûnergeha Hikûmeta Sûrî ya Demkî li Îyaleta Gazî Entab ya Tiriyê li dar xist.
Û di civînê de Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat û Endama Desteya Siyasî Besme Mihemed û Serokê Desteya Werziş û Ciwanan Ehmed Elxetîb û Berpisyarê Têkliyên Giştî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Yasir Elhecî û endamên Ofîsa Cîbicîkar beşdarî kirin.
Û civîngeran li kurteşiroveyekê ji aliyê endamên Desteya Werziş û Ciwanan ve li ser çalakiyên Desteyê û giringtirîn kar û xizmetkariyên ku Desteyê di dema bûrî de pêşkêş kirine guhdarî kirin.
Û endamên Ofîsa Cîbicîkar ya Desteyê, raporên çalakiyên xwe yên werzişî û hin piroje û pêşniyarên ku dê di dema dahatî ya nêzîk de cîbicî bibin pêşkêş kirin.
Û Cîgirê Serokê Desteyê aliyek ji hevdîtinên xwe yên ku li gel tîmên ciwanan li deverên rizgarkirî bo lidarxistina hejmarek ji çalakiyên cûrbecûr û beşdarbûna komcivîna ciwanan ya duyemîn ya li ser vexwendina fermî ya Komaleya Ciwanên Şoreşger yên Sûrî berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî