Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Husên Read û Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Ehmed Xilêf, bi gereke meydanî li bajarê Serê Kaniyê rabûn, û serdana Encumena Êl û Hozên sûrî kirin, û bi cotkar û xwedîkarên ajalan re li bajêr civiyan.
Û serdana Encumena Xwecihî li bajarê Serê Kaniyê kirin, û rêvebirina kar û xizmetkariyên ku ji bona nişteciyên li bajêr têne pêşkêşkirin temaşe kirin, û li ser dijwarî û astengiyên ku li pêşiya çakkirina ketwarê debara jiyanê û xizmetkariyê li deverê axivîn.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî û Wezîrê Çandiniyê serdana saziyên Wezareta Berevaniyê Û Wezareta Navxwe di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de kirin, û tekezî li ser giringiya berdewamiya karê li ser misogerkirina ewlehî û aramiyê li bajêr û rûbirûbûna operasyonên teroristî yên ku rijêma Eses û milîsên PYD yên terorist li paş wan in kirin.
Û tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevrêziyê û karê bi hev re, ji bo dabînkirina aramiya ewlehiyê û ya debara jiyanê bo tevaya nişteciyên deverên rizgarkirî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî