Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilehed Istêfo, daxwaz ji Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û Yekîtiya Ewropa kir ku bi liveke lezgîn û yekser rabe ji bo rizgarkirina 39 penaberên Sûrî yên ku jin û zarok jî di nav de hene û ji berî heyvekê li giraveke biçûk û cuda ya Yonanistanê di nava çema “Îfros” de li ser sînorê Yonanistanê li gel Tirkiyê asê mane.
Û raporan anîn ziman ku penaberên Sûrî di rewşeke dijwar de dijîn piştî ku rê li pêşiya wan hatine girtin û bê nan û av û derman dijîn, û desthilatên Yonanistanê rê nadin saziyên mirovahî daku alîkariyê bo wan pêşkêş bikin, û bal kişand ser ku keçkeke biçûk a pêncsalî ji ber pêvedana dûpişkekê canê xwe jidest da, di dema ku xwişka wê ya mezin hîn nexweş e ji ber heman sedemê.
Û Ebdilehed Istêfo got ku rizgarkirina wan penaberan divê pêşinde be di nav karê Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û Yekîtiya Ewropa de, û bal kişand ser pêwîstiya dîtina çareyê ji pirsgirêka wan re di bileztirîn dem de, ji ber ku penaber li deverên ku tevaya saziyan karin xwe bighînin wan in.
Û Istêfo daxwaza kar ji Yekîtiya Ewropa kir ji bo rawestandina dijminkariyên ku penaberên Sûrî li Yonanistanê rastiyê tên, û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina rêkeftina Cinêvê ya sala 1951an ya sebaret bi penaberan kir, û li gor madeyên wê rêkeftinê dan û standinê bi kesên ku di wan dewletan re derbas dibin re bikin.
Û Istêîfo tekez kir ku Sûrî di pîstirîn bobelata mirovahî ji piştî cenga cîhanê ya duyemîn de dijîn, û ew penaber nirxê têkçûna navdewletî di rawestandina êrîşên hovane de bo rizgarkirina wan didin, û cext kir ku heyanî ku civaka navdewletî karibe rêzgirtina biryarên navdewletî yên ji aliyê dewletên cîhanê ve hatine der bisepîne, dê berpisyariuya encamên tiştên ku Sûrî rastiyê tên hilgire, nemaze reva wan berve cihên ewle bo wan û zarokên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî