Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh duşemê êvarî, serdana Baregeha Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de li gundewarê Helebê kir, û bi Wezîrê Berevaniyê Emîdê Firokevan Hesen Elhemade re civiya, û pêre behsa rewşa meydanî û amadebûna Artêşa Niştimanî kir, û ew bi dawîtirîn pêşketinên siyasî di doseya Sûrî de agahdar kir.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon û herdû endamên Hevbendiya Niştimanî Atêf Zirêq Û Esed Elîto pêk dihat.
Û amadebûyan hejmarek ji mijarên sereke yên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî û rola wê di parastina deverên rizgarkirî de û parastina sivîlan û saziyên Hikûmetê û rawestana li hember êrîşên terorîstî yên dubare ji aliyê rêjîma Esed û rêxistinên dîtir yên tirorist ve pêk tên gotûbêj kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî di birêvebirina deverên rizgarkirî de, û pêwîstiya kartêkerkirina karê saziyan di riya amadekirina kadroyên şareza re kir, û tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji Hikûmeta Demkî û saziyên wê yên cîbicîkar re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî