Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku hejmarên tirsnak yên ku di rapora salane ya Emîndarê Giştî yê Netewên Yejkbûyî António Guterres de hatine û ji Encumena Ewlekariyê re hatine pêşkêşkirin derbarê binpêkirinên mafên zarokan li Sûriyê, tekeziyê li ser giringiya karê li ser gihiştina veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 dike.
Û Berekat bal kişand ser ku raporê careka dî tekez kir ku rijêma Esed û milîsên terorîst û di serî de milîsên PYD, di pêkanîna tawanan dermafê gelê Sûriyê nemaze tawanên mezin dermafê zarokan de berdewam in, û ew gefeke mezin e li ser pêşeroja Sûriyê ne tenê li ser dema ku em têde.
Û Berekat daxwaza standina rêşûnên rasteqîn û vebir bo nehêlana pêkanîna hîn bêhtir tawanan dermafê zarokan li Sûriyê û veguhastina vê raporê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî kir, ji bo vekirina lêpirsînê derbarê bûyerên ku di raporê de hatine û sizakirina kesên sûcdar.
Û rapora Netewên Yekbûyî careka dî diyar kir ku Sûriya pîstirîn dewleta cîhanê ye sebaret qebareya binpêkirinên mafê zarokan yên di sala 2021an de pêk hatine, û raporê kuştin û şêwandina 898 zarokan li Sûriyê tekez kir, 424 ji wan hatine kuştin û 474 rastî şêwandinê hatine, wê yekê hişt ku Sûriya têkeve rêza duyemîn di nav pîstirîn welatên cîhanê de, di warê bûyerên kuştin û şêwandinê de piştî Efganistanê, û pêncemîn dewlet be sebaret şêwandinê, û li gor raporê hêzên rijêma Esed wek pîstirîn hêzên dewletan di warê kuştin û şêwandinê de, bi hejmara 301 zarokî, hat rêzkirin.
Û raporê leşkerkirin û bikaranîna 6310 zarokan tomar kir, û Sûriyê dewleta herî pîs bû di cîhanê de di warê leşkerkirin û bikaranîna zarokan de, û li gorî raporê 1296 zarok li Sûriyê di sala 2021an de hatin leşkerkirin û bikaranîn.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di daxwiyaniyeke xwe de, got ku wê pêkanîna 2271 binpêkirinên mezin dijî zarokan li Sûriyê wek kuştin û şêwandin û leşkerkirin û girtin û tunekirina azadiyê û tundiya cinsî û êrîşên li ser nexweşxane û dibistanan û revandin û nehiştina gihandina alîkariyên mirovahî piştrast kiriye, ku ji encamê nekêmtir ji 2022 zarokan di sala 2021ê de ziyan gihaye wan.
Û Tora Mafnasî ya Sûrî bal kişand ser ku rijêma Esed û hevalbendên wê di serê lîsta kesên binpêkirinên girêdayî kuştin û şêwandinê de bûn, û milîsên PYD di heman binpêkirinan de di rêza duyemîn de hatin, û di warê leşkerkirin û bikaranîna zarokan de milîsên PYD di asta sêyemîn de hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî