Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmisrî, nanpêjgeha Qibasîn li gundewarê bakurê Helebê vekir, wek pirojeyê pêncemîn di vî warî de yê girêdayî Dezgeha Giştî ya Dexl û Dan –Kompaniya Giştî ya Firneyan e.
Û Rêvebirê Giştî yê Kompaniya Giştî ya Firneyan Endezyar Elî Elubêd, diyar kir ku şiyana berhemdariya nanpêjgehê 10 hezar nan di demjmêrekê de ye, û rojane nêzî 7 hezar tûrikên nên derdixe, û giraniya her tûrekî 1,2 kg e, û buhayê tûrekî li nanpêjgehê ji welatiyan re 2 lîreyên Tirkî ye.
Û Elubêd bal kişand ser ku hejmara sûdmendên ji nanpêjgeha Qibasîn nêzî 30 hezar kesî ye, û hejmara karkerên ku têde dixebitin 25 karker in, û di vê derbarê de hejmara nanpêjgehên Dezgeha Giştî ya Dexl û Dan giha pênc firneyan ew jî li Exterîn, Bizaa, Elgendora, Ezaz û ya nû jî li Qibasîn e.
Hêjayî gotinê ye ku pirojeyê nû yê nanpêjgeha Qibasîn bi piştgiriya Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê ye, û ew nanpêjgeha pêncemîn e ku ji aliyê Dezgeha Giştî ya Dexl û Dan – Kompanya Giştî ya Nanpêjgehan li deverên rizgarkirî tête vekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî